11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Prz. Alî Diler: Tecrîd didome

Endamê Şaxa KHAyê ya Stenbolê Prz. Alî Dîler anî ziman ku her çend Omer Ocalan û heyeta DEM Partiyê çûbe Îmraliyê jî parêzer nikarin biçin Îmraliyê û tecrîd didome. Alî Dîler, anî ziman ku ev sepan li dijî hiqûqê ye û biryarek siyasî ye.

Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azad (KHA) a Stenbolê Prz. Alî Dîler anî ziman ku ji 2019an û vir de hevdîtinên parêzeran ên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve têne astengkirin û wiha got: “Beriya 2019an jî tecrîd hebû. Birêz Abdullah Ocalan wekî girtiyên din nayê dîtin û hiqûqek taybet dimeşînin. Di navbera salên 2011 û 2019an de hin caran hevdîtin hatin kirin. Lê 8 salan qet parêzer nekaribûn biçin Îmraliyê.”

Prz. Alî Diler, diyar kir ku li gorî qanûnên înfazê yên Tirkiyeyê her girtî dikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û divê cudakarî neyê kirin û ev agahî dan: “Lê ev li Girava Îmraliyê ne wisa ye. Ji 15 Sibata 1999an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê qanûnên înfazê ji girtîgehên din cuda ne. Di 2016an de di qanûna înfazê de guhertina ku di bin hin şertan de hevdîtinên girtî û parêzerên girtiyan bêne qeydkirin çêbûn. Lê ji 1999an û vir de bi awayekî bêqanûn hevdîtinên Brez Abdulla Ocalan û parêzerên wî dihat qeyd kirin.”

Gelek serlêdan bê bersîv hatin hiştin 

Prz. Alî Diler da zanîn ku ji 2019an heta niha parêzer nikarin hevdîtin bikin û wiha axivî: “Ji bo ev astengî bên rakirin parêzeran serî li hemû rêyên hiqûqî yên Tirkiye û navneteweyî dane. Lê gelek serlêdan bêbersîv hatin hiştin.

Piştî van serlêdanan û tecrîda mutlaq bertekên civakê zêde bûn. Ji ber bertekên civakê hincetên astengiyên li pêş hevdîtinê guhertin. Vê carê hinceta cezayê dîsîplînê nîşan dan. Lê Birêz Abdullah Ocalan û parêzeran destûr nedan vê pêvajoyê. Ji ber ku ev ne li gorî zagon û hiqûqê ye. Ev tecrîda mûtlaq nîşan dide ku li dijî hiqûqê siyasî ye.”

Tecrîd didome

Prz. Alî Dîler têkildarî hevdîtina Omer Ocalan û peyama Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê da jî, şirove kir û wiha axivî: “Wekî raya giştî jî zane Omer Ocalan di 23ê Cotmehê de çû Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Omer Ocalan ev yek wekî ‘Derz/terk a ku li tecrîdê ket’ şirove kir. Ev peyama ku Birêz Ocalan da ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hatibe pêşwazîkirin. Lê piştî  vê hevdîtinê dîsa tecrîdê berdewam kiriye. Her çiqasî di  28ê Kanûnê de parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan çûn Îmraliyê û dest bi hevdîtinê kirin jî, destûr nadin ku parêzer biçin Îmraliyê. Ji ber vê yekê tecrîd diome û ev jî binpêkirina maf e.

Parêzer Alî Dîler destnîşan kir ku dema biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan çû hevdîtinê, di pêvajoya ku 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê lê hatibû birîn, ev hevdîtin kir û wiha pêde çû: “Ev nêzîkatî nîşan dide ku li dijî Birêz Ocalan keyfî tev digerin. Nişan dide ku saziya înfazê hiqûqê binpê dike.”

Serlêdanên 1330 parêzeran bê bersîv ma

Prz. Alî Dîler, bal kişand ser encama hewldana Hezar û 330 parêzerên ku salek berê serî li wezareta dadê dan û wiha pêde çû: “Piştî Omer Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de çû Îmraliyê tecrîda mutlaq bi dawî bû. Piştî wê di 28ê Kanûnê de wekîlan hevdîtinek kir. Ev hevdîtin her çiqas erênî be jî lê dîsa mafê Abdullah Ocalan ê hevdîtina parêzeran bi tecrîdê didome. Ji bo vê yekê di çileya 2024an de ji 35 baroyan 1330 parêzerî serî li Wezareta Dadê dan. Xwestin tecrîda  mutlaq bi dawî bibe. Lê ev serlêdana parêzeran ji aliyê Wezareda Dadê ve bê bersîv hat hiştin. Piştî vê serlêdanê baroyan jî serî li wezaredê da. Lê heta niha wezaretê bu bersîvek erênî neda baroyan. Tu bingeha hiqûqî ya astengiya hevdîtinê tune. Ji ber vê yekê ev nêzîkatiya meqamê darazê ne hiqûqî ye. Siyasî ye.

DMME û CPT rê li binpêkirinê vedike

Prz. Alî Diler, li ser mafê hêviyê jî rawestiya û wiha got: “Cezayê muebeta giran a girtîgehê, ji xala 17an a Zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMK) li Birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn. Li gorî vê zagonê ev ceza dê heta mirinê bê sepandin.  Lê ev ceza her çendî ku di zagonê de hebe jî ne hiqûqî ye. Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) der barê Tirkiyeyê de gelek biryarên binpêkirina mafan daye. DMMEyê der barê cezayê li Abdullah Ocalan hatiye birîn jî biryar daye. DMME, di biryarê de diyar dike ku ev ceza binpêkirina mafan e. Lê tevî ku 10 sal di ser biryara DMMEyê re derbas bû jî, Tirkiye dest ji van binpêkirinên mafan bernedaye. Dîsa sepanên dijhiquqî didomîne. Di encamê de hem bêdengiya CPTyê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û hem jî nêzîkatiya DMMEyê ya li dijî helwesta Tirkiyeyê, dibe sedem ku ev binpêkirina mafan berdewam bike.