11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya dê biçe cenazeyan bîne ji duh ve tê astengkirin

Şandeya dixwaze derbasî başûrê Kurdistanê bibe û ji Deriyê Sêmalka cenazeyê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigire, li Deriyê Sînor ê Xêbûrê tê astengkirin.

Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, malbatên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku li rojavayê Kurdistanê hatibûn kuştin, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û MEBYA-DERê pêk tê ji bo cenazeyê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin xwestin di Deriyê Sînor ê Xêbûrê ve derbasî başûrê Kurdistanê bibin. Şande ji duh ve li Deriyê Xêbûr li beşa nokteya kontrolkirina pasaportan bi hinceta “Sîstem nîn e” tên sekinandin.

Ji bilî TIR û tankeran kes nayê berdan. Hat zanîn ku ji bo şande derbas nebe di bin navê “Sîstem nîn e” destûr nadin welatî ango rêwiyên din jî derbas bibin. Hat zanîn ku ev “têkçûna sîstemê” ji ber şande derbas nebe, hatiye derxistin. Ji duh ve ji bo şande derbas nebe hat xwestin bi rêya “X-Ray xerabe ye” û “Sîstem nîn e” rê li ber çûnê bê girtin.

Hat zanîn ku duh êvarê otomobîl li bi kîlometreyan li pey hev rêz bûn e û tevî hewa sar jî bi saetan welatî hatin sekinandin.

Midûriyeta Polîsan a Silopiya ji şandeyê re ragihandin ku îro saet li 09.00an dê “sîstem çêbibe” û qeyda pasaportan bê kirin.

Şande li bendê ye ku rê vebibe û derbasî başûrê Kurdistanê bibe.