Mûstafa Karatepe (70) ku nexweşê penceşêrê ye û li Girtîgeha tîpa F a Sîncan a Enqereyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Karatepe, di 14ê çileya 1995an de li Îzmîrê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê îdamê lê birî. Piştre jî ev ceza veguherand cezayê muebbetê.
Karatepe, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hat pêşwazîkirin.