Zêdebûna bûyerên enfeksiyona HMPV li Cînê û qerebalixiya nexweşxaneyan bi mirovên ku bi vê bapêşê ketine re rewşek metirsî derxiste holê. Xelk di wê metirsiyê de ne ku senaryoya Covid-19 dubare bibe.
Ne vîrûsekî nû ye
Heta niha gelek zanyariyên bi nakok derbarê vê vîrûsê de hatine belavkirin. Debarê vê mijarê de Wezareta Tenduristiyê ya Misrê daxuyaniyek da. Li gorî wê daxuyaniyê ev vîrûs di sala 2001ê de hatiye kifşkirin û ne wekî ku tê gotin ew celebekî nû ya Covid e.
Derbarê nîşanên vîrûsa (HMPV) de, Wezareta Tenduristiyê ya Misirê piştrast kir ku ew heman nîşanên vîrûsên nefesê yên wekî şewbê û vîrûsa syncytial in, ku di nav wan de kuxîn û germahiya laş ya bilind jî heye.