11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di 40 rojan de 392 binpêkirin

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8ê cotmeha 2023yan û vir ve 1106 jin û zarok, 222 xebatkarên tenduristiyê di nav de herî kêm 4 hezar kes mirine û zêdeyî 16 hezar kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê di 40 rojan de 392 caran agirbesta bi Lubnanê re binpê kir. Artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 27ê mijdarê de bi Lubnanê re hatibû îmzekirin, di roja 40emîn de 9 caran binpê kir.

Ji 27ê mijdarê vir ve hejmara binpêkirinên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin derket 392yan, di van êrîşan de 33 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Lubnanê NNAyê, artêşa Îsraîlê binpêkirinên di 40emîn roja agirbestê de li Tire û Nebatiye ku li başûrê Lubnanê ye pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê bajarokên Dihayra û Tayr Haraf kirin hedef.

Artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Aytarûnê, li herêma navbera bajarokên Şihhîn, El-Cabîn û Teyr Harfa û li herêma Hamûl a bajarokê Nakura, xanî teqandin û bi buldozeran hilweşandin.

Li bajarokê Et-Taybe yê bajarê Nabatiyeyê artêşa Îsraîlê gelek xanî şewitandin û teqandin.

Artêşa Îsraîlê bi çekan gule li bajaroka Taybeyê reşandin û li bajarokê dengê teqînan hat bihîstin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji 8ê cotmeha 2023yan vir ve 1106 jin û zarok û 222 xebatkarên tenduristiyê di nav wan de herî kêm 4 hezar kes mirine û zêdeyî 16 hezar kes jî birîndar bûne.