10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji TJK-Eyê banga tevlibûna çalakiyên li Parîsê

TJK-E’yê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê bi dirûşmeya “Kujer diyar e! Fransa çima bêdeng e?” bangawaziya tevlibûna çalakiyan kir.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), bi boneya salvegera komkujiyên 9ê çileya 2013yan û 23yê kanûna 2022yan de bi destê Dewleta Tirk hatin kirin, ji bo çalakiyên ku dê 9 û 11ê çileyê bên lidarxistin daxuyaniyeke parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Li ser rêça Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînan, em ketine saleke nû ya têkoşînê. Em careke din di şexsê Sakîne Cansiz-Sarayê de ku ne tenê pêşengiya tevger û gelekî, pêşengiya meşa mezin a sedsalê ya azadiyê kir, şehîdên Parîsê bi rêzdarî, minet û hesret bi bîr tînin.

Di 9ê çileya 2023yan de, di Komkujiya Yekem a Parîsê de di şexsê sê jinên pêşeng ên kurd de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd êrîşên suîkastê dest pê kirin û ji wê gavê heta niha li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê, jinên kurd ên pêşeng bûne hedefa êrîşên sîstematîk.

Weke jinên kurd ên li Ewropayê dijîn, ev 12 sal e em têkoşîna xwe ya edalet û hesappirsînê didomînin. Ji bo me, bi qasî hedefa komkujiyan nasname û navnîşana kujeran jî ji roja ewil ve diyar e. Ji sala pêkhatina komkujiyê heta niha em dibêjin “Em edaletê dixwazin, bila bûyer bê ronîkirin”, “Bêdengiya we ji ber hevkariya we ya sûcê ye”, “Em kujeran nas dikin, edaleta Fransayê di tariyê de ye”, “Êdî bes e bêcezatî”, “Edaleta kor”, “ Heta ku edalet bi cih neyê, Fransa dê her sûcdar be”, “Parîs di tariyê de ye, edalet li ku ye?”.

Ev daxwazên ku 12 sal in bi deh hezaran kes li qadan wekî dirûşmeyan berz dikin, bêbersiv man û plankerên komkujiyan nehatin cezakirin. Di doza komkujiya yekemîn de tevî ku piştrastkirin ku komkujî ji aliyê MITê ve hatiye kirin, ceza nehat dayîn û vê jî derî li pêşiya komkujiya duyem a Parîsê vekir. Necezakirina di her du dosyayên komkujiyê de, cesaret da Dewleta Tirk a qirker. Ji ber ku hemû qetlîam û êrîşên wê bi bedengiyê tên erêkirin, wê berê xwe da kuştin û êrîşên nû yên siyasî. Kujerên wê yên li Ewropa û Başûr, çeteyên wê yên li Rojava, jin û gelê kurd kirin hedef.

Em ê niha 9ê çileyê bi biryardariya hesabpirsînê pêşwazî bikin. Em ê çalakiyên bîranînê yên îsal di 9ê çileyê de û bi meşa mezin a Parîsê ya 11ê çileyê de bi dirûşmeya “Kujer diyar e! Fransa çima bêdeng e?” pêk bînin. Em ê careke din ji kujeran hesab bipirsin û bangî Fransayê bikin ku ji hevkariyê sûcê derkeve.

Mîna her salê, em ê îsal jî 9ê çileyê roja komkujiyê li hemû Ewropayê bi taybetî li Parîsê çalakiyên girseyî lidar bixin. Li Parîsê wê saet di 11:00an de ji Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku hevrê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer lê hatibûn kuştin heta Buroya Enformasyonê ya Kurd a Parîsê ku yekemîn komkujiya Parîsê lê pêk hatibû, meşek lidar bixin.

Heman rojê wê li bajarên din ên Ewropayê ku Konsolosxaneyên Fransayê lê ne, çalakiyên girseyî werin lidarxistin.

Çalakiyên me yên ku me ji 23yê kanûnê ve dane destpêkirin wê meşa mezin a Parîsê bi dawî bibe. Bi deh hezaran kes mîna roja ewil wê bi heman hêrs, hişyarî, biryardarî û bi soza girêdana bîranînên wan re helwesta xwe li Parîsê nîşan bidin.

Meş wê 11ê çileya 2025an roja şemiyê saet di 10:00an de ji Gare du Nord destpê bike.

Tu hêz wê nekaribe me ji rêya ku Sarayan, Evînan, Rojbînan û Ronahiyan vekirine, bide aliyek. Em ê dev ji îdîa, biryardarî û têkoşîna xwe ya ji bo sedsala 21an bikin sedsala jinan, bernedin. Em ê şoreşa jinan mezin bikin. Em ê her li pay doza ronîkirina kujeran bin û ji bo hesabpirsîna ji wan têkoşîna xwe bidomînin.

Di serî de em bang li meclisên TJK-Eyê, pêkhateyên wê, tevahiya jinên kurd ên li Ewropayê, gelê me, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk û sosyalîst û dostên xwe dikin ku tev li çalakiyên me yê 9 û 11yê çileye bibin.”