10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû de dest pê kir.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bi partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re dest bi hevdîtinan kirin. Şande îro jî çû serdana Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû.

Hevdîtin, li Navenda Giştî ya Partiya Pêşerojê tê lidarxistin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Davutoglû û parlamenterên pê re li ber derî hat pêşwazîkirin.

Piştî wêne û dîmenê dayin çapemeniyê, şande û Davutoglû ji bo civînê derbasî eywanê bûn. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî didome.