10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê jinan a ber bi siberojê ve: NûJINHA

Di 4emîn salvegera damezrandina NûJINHAyê de rojnamegerên jin diyar kirin ku ew ê dengê jinan li her derê belav bikin.

Ajansa nûçeyan a jinan NûJINHA di 6ê çileya 2021ê de dest bi weşanê kir. Ajansa ku di bin banê Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinan de hat vekirin ji bo bibe dengê jinên Rojhilata Navîn dest bi weşanê.

Edîtora NûJINHAyê Malva Mihemed û nûçegîhana NûJINHAyê Sîlva El Îbrahîm têkildarî salvegera damezrandina ajansa NûJINHAyê de nêrînên xwe anîn ziman.

Edîtora NûJINHAyê Malva Mihemed di destpêka axaftina xwe de de bal bir ser armanca avakirina ajansa jinan û ev tişt anî ziman: “Armanca me ya avakirina ajansa jinan a bi navê NûJINHAyê bihîstina dengê jinan bû. Me xwest em dengê jinan bidin bihîstin. Piştî me ajans ava kir roj bi roj hejmara rojnamegerên jin zêde bû. Li Rojhilata Navîn şerek tê meşandin, şerekî taybet û şerê ragihandinê jî tê meşandin. Loma me xwest em vê ajansê bi rengê jinan ava bikin. Her roj zehmetî derdikevin lê belê dengê jinan hîn zêdetir belav dibe.”

‘Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinên cîhanê’

Malva Mihemed da zanîn ku ew dixwazin bi weşana 6 zimanan dengê xwe bigihînin hemû jinên cîhanê û wiha got: “Ajansa me bi şeş zimanan weşanê dike. Bi rêya van zimanan em dixwazin xwe bigihînin hemû jinên cîhanê. Ji bo jin bi hestên hevdu bihesin û fêm bikin weşana bi 6 zimanan girîng e. Em bi rêya van zimanan  çîrokên jinan tînin ziman.”

Malva Mihemed da zanîn wan bal kişandine ser çîrokên jinan û wiha dewam kir: “Gelek çîrokên jinan hene û me xwest em ragihînin. Yek ji van çîrokan çîrokên jinên êzidî bûn. Tevî hemû êşan li berxwe jî dan. Dîsa me bal kişand ser jinên li Afganistanê, Sûdanê, jinên li Îranê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li berxwe dan. Jinan bi têkoşîna xwe sînor derbas kirin. Vê têkoşînê bandor li ser cîhanê kir. Gava jinan porê xwe qut kirin vê yekê bandorek li cîhanê kir. Nûçeyên vê berxwedanê jî bandorek çêkir.”

 ‘Jin li her derê hene’

Malva Mihemed da zanîn ku tevî astengiyan jî rojnamegerên jin li berxwe didin û wiha pê de çû: “Di karê rojnamegeriyê de astengî pir in. Dema mirov gavekê diavêje bi astengiyan rûbirû dimînin. Bi taybet jî jin bi astengiyan rûbirû dimînin. Li Rojhilata Navîn bi taybet zihniyeteke baviksalarî ya li hemberî jinan heye. Loma dema em dixwazin çîrokeke jinan derxin pêş astengî derdikeve pêş me. Em di warê rojnamegeriyê de kedekê didin. Me astek derbas kir. Astengî pir in lê jin berxwedaneke mezin didin. Rojnameger bi pênûs, kamera û dengê xwe hene. Jin jî dikarin bi pênûs, kamera û dengê xwe civakê biguherînin. Me xwe gihandina gelek jinan lê bele divê em hîn zêde xwe bigihînin jinan. Nûçegîhanên me li gelek cihan hene. Gavên dirêj hîn ji me re lazim in. Divê em daxwazên hemû jinan bigihînin civakê. Ji ber ku jin li her derê hene.”

Malva Mihemed da zanîn ku jin li dijî desthilatdariya mêr jî li berxwe didin û wiha got:”Dewletê desthilatdar beşa ragihandinê her tim ji bo xizmeta xwe û ji bo berjewediyên xwe bi kar anîne. Jinên ku di bin banê van desthilatdariyan dixebitin jî li gor xwestek û xizmeta desthilatdariyê dixebitin. Lê belê em wekî ajansa jinan heqîqet û xweşikbûna xwezayî ya jinan derdixin pêş. Jixwe divê jin li dijî zihniyeta desthilatdar derkevin. Jixwe em di nûçeyên xwe de jî her tim dibêjin bila jin bi xwezayîbûna xwe derkevin pêş.”

‘Em ê bi hev bibin dengê jinan’

Malva Mihemede bi lêv kir ku ew ê her tim bi rojnamegerên jin re yek bin û wiha got: “Em silavên xwe ji hemû rojnamegerên jin re dişînin. Bi taybet jinên li qadên şer astengiyên mezin dibînin. Em dibêjin em ê bi hev re pêş bikevin û em ê bi hev re bibin dengê jinan. Em tu carî nasekinin em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em bi hêvî ne ku dengê me wê hîn bêhtir belav bibe û bibe piştgirî.”

‘Çîrokên jinan gelek caran ji me re dibû tecrube’

Nûçegîhana NûJINHAyê Sîlva El Îbrahîm bal bir ser çîrokên jinan û wiha got:”Jinên rojnameger bi rastî bi astengiyan re rûbirû dimînin. Me gelek çîrok bi çavên xwe dîtin. Dema em dixwazin vana ragihînin bi taybet em bi astengiyan rûbirû dimînin. Gelek çîrokên biêş ên em dibûn şahid me nikaribû dîmenên wan belav bikira. Ji ber ku jinên li herêmê hîn di bin bandora zihniyeta baviksalarî de bûn. Ji ber vê zihniyetê nedihişt jin dengê xwe derxîne. Dewlet nahêle jin bi awayekî azad biaxive. Çîrokên jinan gelek caran ji me re dibû tecrûbe her wiha dema em diçûn gel wan nîqaş û axaftinên di navbera me de jî ji wan re dibû tecrûbe. Ji bo rewşa jinan bê dîtin dîmenên çîrokên ku me parve dikirin girîng bû. Ajansa NûJINHAyê ji bo balê bibe ser êşa jinan, berxwedan û rastiya jinan bi bandor e.”

Sîlva El Îbrahîm da zanîn ku ew dixwazin bi nûçeyên xwe azadî û fikrên jinan derxin holê û wiha got:”Ji ber ku medyaya dîjîtal pir tê bikaranîn rola wê girîng e. Li dijî bikaranîna ne baş a medyaya dîjîtal em wekî NûJINHAyê dixwazin baş bi kar bînin. Çimkî ji aliyekî jî bi rêya medyaya dîjîtal tê xwestin civak ji cewhera xwe dûr bikeve. Lê belê li dijî vê yekê bi rêya nûçeyên çand, huner, civakî, siyasî her wiha nûçeyên ku serkeftina jinan derdixin pêş em dixwazin bandoreke erênî li ser jin û civakê bikin. Em dixwazin bi vî rengî azadî, xweşikbûna fikrên jinan derkevin holê. Jin bi zanebûna xwe çawa civakê ber bi azadiyê ve dibe em dixwazin vî tiştî derxin pêş. Herwiha em dixwazin bi rêya ajansa xwe gel hişyar bikin.”

Sîlva El Îbrahîm herî dawî wiha got:”Di salvegera 5emîn a damezrandina NûJINHAyê de em ji hemû rojnamegeran re silavên xwe dişînin û dibêjin ku têkoşîna ragihandina li qadên şer bi xwe şoreşek e. Em soz didin rojnamegerên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane em ê kameraya wan û pênûsa wan her hildin. Em tu carî li erdê nahêlin. Em ê dîroka jinan binivîsin û ji bo civakê bibin hafizayek.”