Hunergeha Welat ji roja ku hatiye avakirin heta niha gelek stranên ku di nav hemû kurdan de tên gotin afirandiye. Herî dawî jî ji bo bal bikşîne ser berxwedana şervanên HSDê yên ku li ser Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê didin strana ‘Gujje Çemê Me’ weşandin.
Em der barê stranê de bi yek ji endamê Hunergeha Welat Xoşman Qado re axivîn.
Xoşman Qado di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mijarên ku Hunergeha Welat ji xwe re dike çavkanî û wiha got: “Ji roja destpêka karê me heta niha wek Hunergeha Welat me mijarên têkildarê civakê wek çavkanî hilbijartiye. Ji ber ku huner hîmeka sereke ya pêşketina civakê ye, nemaze mijarên dilsozî û pabendbûna bi biwarên netewe û welatperweriyê. ‘Gujje Çemê Me’ jî ji bo piştgiriya şervanên HSDê ye ku ev serê çend rojan e berxwedaneka bêhempa li dijî artêşa tirk ya dagirker û çeteyên wê pêk tînin, dide. Lewre ji erka me ye, ku em di van rojên ku mirov li hemû dinyayê şahiyên Cejna Zayînê (Christmast)ê li dar dixin, di nav de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê jî, ku bi saya van şervanan xelkên vê herêmê di nav aramiyekê de amadekirinên xwe bo şahiyên sersalê dikirin, li gel rojane oxirkirina şehîdan jî, stranekê diyarî berxwedêr û têkoşerên hebûn û mana me bikin. Hêza me HSDê, giyanê şehîdan, şervan û hevalên me yên ku li çeper û eniyên şer, li Pira Qereqozaqê, Bendava Tişrînê û Minbic û Kobaniyê li ber xwe didin, herwisa pêdiviya civakê jî bi moralekê hebû ku vê berxwedana pîroz bi wate û nirxdar bê dîtin.”
‘Divê stran girêdayê felsefeyek be’
Xoşman Qado di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çek hebûna me ya fizîkî diparêze, stran jî hebûna me ya hişmendî û civakî diparêze. Stran ji bo me fikir e, zihniyet û hest e, lew re bi stranê hişê civakê dewlemend dibe, her wisa hestê wê geş dibe. Hişyariyeke civakî ya giştî pêk tê ku bingeha wê têkiliya di navbera hest û aqil de ye, ev xal zemîna bîreweriyek giştî ava dike û pê re dibe alavek bingehîn bo guhertin û pêşketinê. Ji ber ku roleke girîng a stranê di civakê de heye (ku bandora wê ne rasterast jî) lê demlidest mirov weke hêmanek jîndar di civakê de armanc digre, ev yek dihêle ku bandora wê di guhertinê de xurt be, lewre berpirsyariyek mezin dikeve ser milê xebatkarên di vî warî de, çimkî heger stran (wekû huner) ne girêdayî projeyek fikrî û felsefî be dê bibe dîlê modêla medyaya dijîtal û çanda temaşekirin û bihîstina lezok.”
Xoşman Qado wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têgeha ‘guhertin’ê ji bo me ne bi wê wateya xwe ya sade ye, guhertin ji bo me projeyek hevgirtî ya domdar e, girêdayî rêzeçalakiyên hişmendî û pratîkî, ji avakirina kesên pispor hetanî bi berhemdayîna di asta fikrî û hizirî de. Di rêzeberhemên Hunergeha Welat de me cihekî baş ji bo projeyeke guhertinê terxan kir, gelek kar û xebat bo vê projeyê me kir û ev hîn jî berdewam in. Em di wê baweriyê de ne ku huner, di nav de stran, dikare bi erka bilindkirin asta hişyarî ya civakî bilîze, nemaze di demên şer û nakokî û aloziyan de, stran rûdêma herî geş e ya ku bi hêsanî cihê xwe di nav hest û hişê mirov de çêdike. Li himberî daxuyanî û kongre û nûçe û agahiyan tenê stran dikare rêya aramî û hêminiyê peyda bike, jixwe peydabûna aramî û hêminî, nemaze ya di hundirê mirov de, gava destpêkê ye bo hizirîneke baş û paş re jî guhertineke baş.”