10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mahsûm Ozaksoy: Ji bo çareseriyê divê herkes berjewendiyên xwe deyne aliyeke

Rêveberê TOD-DERê Mahsûm Ozaksoy der barê hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan  got: “Ji bo ku ev gel, ev civak ji vê nexweşiyê pak bibe divê bê şert û merc em piştgiriya vê bangê bikin.”

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê kanûnê de çû Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û li wir bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya bû û got “Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê ye.”

Rêveberê TOD-DERê Mahsûm Ozaksoy der barê mijarê de axivî û wiha got: “Ji bo pêvajo bi ser keve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Em qedr û qîmet didin vê bangê. Banga birêz Abdullah Ocalan pêdiviyek e. Divê ev bang li hewayî nemîne. Divê sazî û dezgehên sivîl tenê berjewendiya gelan û civakê li ber çavan bigirin. Berjewendiya şexsî me nagihîne tu merheleyan. Ji bo ku ev gel ev civak ji vê nexweşiyê derkeve divê bê şert û merc em piştgiriya vê bangê bikin.”

Mahsûm Ozaksoy, diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi çareserkirina ji pirsgirêka kurd re derbas dibe û wiha domand: “Abdullah Ocalan di warê çareseriyê de gavên baş avêtine. Dibêje ‘ez ji bo vê yekê amade me.’ Heke ev pêk were dê ev pirsgirêk tev ji holê rabin û gel û civak dê qezenc bike. Ji xwe derketina bingehîn a komeleya me jî aştî û diyaloga di nava gelan de ye. Ji ber vê yekê em ji vê bangê pir serfiraz in.”

Mahsûm Ozaksoy, xwest ku nîqaşên heyî bi awayekî zelal bên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku ev pêvajo xweşik bimeşe mûxatabên vî karî diyar in. Divê partiya mûxalafet û partiyên din jî berjewendiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiyên welat bigirin berçav. Divê yekane armanca me aştî be. Diyalog bê meşandin û encama vê diyalogê bi aştiyeke mayînde encam bigire. Ji bo ku aştiya gelan pêk bê divê em bi israr bin. Em aştiyê ji gelan re pir pêwîst dibinin. Em bi hêvî ne ku encam dê baş be.”