Divê rêyek hebe ji bo vegotina jiyana tije
Ev hemû êşên kombûyî
Ji bo ku çawa mirov dibe dilopek jiyan
ji axa qelişî û zuhabûyî re
Vê serpêhatiyê, vê fedakariyê
Divê gotinek hebe û vebêje
Serpêhatiya wan lehengan
Yên ku bi keneke germ silav didin
Yên ku agir geş dikin
Yên ku pîrozî didin rojê
Yên ku ronahiyê diafirînin
Yên ku gihîştine sirra bêdawîbûnê
Divê gotinek hebe û vebêje vê asaletê
Tê zanîn; di şeran de destpêkê heqîqet tê kuştin. Di ve serdemê de temsîlkarê heqîqetê jî rojnamevanin. Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dema mijar dibe têkoşîna heqîqetê di serî de rojnamevan dikevin bîra mirov. Ji ber ku tawanbarkirin û kuştina heqîqetêe bi destê rojnamevanan serobino dibe, heqîqet careke din pak dibe, tarî careke din ronî dibe.
Nazim û Cîhan qetil kirin. Xwestin dil û hinavê me careke din bisojin. Xwestin careke din rastiyan di tariyê de bihêlin. Bi qetilkirina wan careke din xwestin rahmet li zindîbûna heqîqetê bidin xwendin. Yanî heqîqetê bikujin.
Ji xwe desthilatdar her tim vê dikin. Dema ku kareke nebaş bidin meşandin destpêkê dest davêjin qada ragihandinê. Ji aliyekê ve hewl didin ragihandineke girêdayî xwe ava bikin, ji aliyê din ve ew ragihandina ku teslîm nebûye, an jî li ber xwe dide bêdeng bikin.
Ji Apê Mûsa heta Yalçin Yaşa
Ya ku vê xirabiyê herî serkeftî pêk tîne helbet dewleta Tirk e. Di vê sedsala dawîn de bi dehan mînakên vê pergalê ya bi vî rengê hene. Her tim xwestiye ku çapemeniyek girêdayî xwe, an jî ragihandinek bê bandor bide ava kirin. Kes û derdorên vê yekê qebûl nekin jî berteraf bike. Ji ber wê ye ku li Kurdistanê di salên 90î de bi dehan hevalên me hatin qetilkirin. Ji Apê Mûsa yê kal bigirin heta Yalçin Yaşa yê ciwan, her hevalek me di oxira ji bo tariyan ronî bikin de, di rêya heqîqetê de şehîd ketin. Ji wan salan heta roja îro her tim berdewam kir; li aliyekî daxwaza kuştina heqîqetê, li aliyê din berxwedana rêya heqîqetê. Roja îro temsîkarê vê rêyê rêhevalên me Cîhan û Nazim in. Di gel ewkas zor û zilm û çewisandin ê jî, bi dawî nebû berxwedana çapemeniya azad. Îro em dinêrin hê jî bi awayeke çeleng li ser piyan e şopdarên Apê Mûsa û Gûrbetellî, hevalbendên Nagihan û Gulîstan, rêhevalên Nazim û Cîhan.
Berxwedana Rojava
Li Rojava demeke dirêj e şerekî dijwar dimeşe. 13 salin ku ji bo welatek e azad û aram têkoşînek bêhempa tê dayîn. Ji bo ev aramî ji holê rabe dewleta Tirk tişta ji destê wê tê dike. Bi her rê û rêbazê êrîş dibe ser vê perçeyê nazdar yê Kurdistanê. Berî deh salan zilimkar û xwînrij li Kobanê têk çûn. Bi berxwedaneke bêhempa destûr nehat dayîn ku zalimên vê zemanê bi ser bikevin.
Helbet ev bû derd û kul û kete nava dilê hevalbendên rûreşan. Lewma bela xwe ji herêma Bakur Rojhilatê Sûrî venekirin. Di her fersendê de êrîş birin ser gelê Rojava. Ev yek vaye di roja îro de jî berdewam dike.
Hedefgirtina rojnamevanên Kurd
Me got li Rojava berxwedaneke bêhempa hebû ji bo parastina axa pîroz. Li aliyê din berxwedanek jî ji bo ku rastî di tariyê de nemînin û bigihîje tevahiya cîhanê berxwedana çapemeniya azad hebû. Di gel ewqas derfet û hêz û hejmara zêde ya çapemeniya derewîn, komek şopdarên heqîqetê da ku agahiyên sererast bigihîn ji raya giştî ya cîhanê re bi awayeke canbexşane karê ragihandinê didan meşandin. Ev karê dihate kirin bandoreke xwe yê gelek mezin hebû li ser civakê. Her wiha plan û fetlanokên çete û xêrnexwazan li valahiyê derdixist.
Lewma di her fersendê de endamên çapemeniya azad hedef dihatin girtin. Bînin bîra xwe, çiqas cara ku êrîşeke hewayî li ser Rojava an jî başurê Kurdistanê dihate kirin teqes avahî an jî radyolînkên ragihandinê jî hedef dihatin girtin. Li aliyê din dema êrîşek an suîqastek pêk bihata yek ji hedefên sereke endamên çapemeniyê bûn. Li bakurê welat jî, çiqas cara wê êrîşek berfireh li ser siyaseta demokratik, an sazî û dezgeyên Kurdan pêk were, teqes di nava wê operasyonê de çend endamên çapemeniyê jî hene. Gelek caran jî operasyonên taybet li ser rojnamevanan tê meşandin û bi dehan hevalên me têne girtin. Ev êrîş li Rojava û Başur bi awayên suîqast û qatlîaman bi rê ve diçe. Di vê bûyera dawî de jî heman tişt pêk hat. Cîhan û Nazim di encama suîqasteke plankirî de hatin qetil kirin. Rasterast hedef ew bûn.
Rojnamevan ne hêsan digêhin
Em baş zanibin ku rojnamevanek ne bi awayeke hêsan dibe rojnamevan. Bi kedeke mezin û salan pêş dikevin. Mîrateyeke dehan salan heye. Hele hele rojnamevaniya Kurd hêj zahmetir e. Yê ku rojnamevanên Kurd digihîne ne tenê pîşeya wî ye, her wiha ew mîrateya ku bi xwîn û xweydanê hatiye avakirin heye. Lewma qiymeta wî zêdetir e. Lewma divê her ferdeke çapemeniya azad li ser desta bê girtin. Divê wisa xwedî qiymet bin ku karibin xwe bigihînin tevahiya derfet û lazimiyan. Ji xwe em baş dizanin ku endamên çapemeniya azad wê têkoşîna xwe her berdewam bike, her tim wê layiqê nirxên xwe be, her tim wê ji bo welateke azad û aram têkoşîna xwe berdewam bike. Lê ji bo ku ev têkoşîn û berxwedan watedar be, pêdivî pê heye ku herkes di vê çarçoveyê de tevbigere.
Nazim û Cîhan: Nirxên herî giranbuha
Nazim û Cîhan rêhevalên me yên herî bi qiymet bûn. Ew delalîkên ber dilê me bûn, nirxên herî giranbuha bûn. Şehadeta wan bandoreke mezin li ser tevahiya hevalan kir. Helbet tevahiya gelê Kurd ev êşê hîs kir û têkoşîna wan ji xwe re kirin armanc. Lê hêvî ew e ku rêhevalên me di zindîbûna xwe de jî heman qiymetê bibînin û ji bo kareke baş bikin rê li ber wan vekirî be. Da ku em karibin bêjin heqîqet armanca têkoşîna me ye.
Careke din em Cîhan û Nazim bi bîr tînin û em dibêjin; rêya ku wan ronî kir wê bibe esasê têkoşîna çapemeniya azad.