Li gorî çavkaniyên cuda karwanekî ku ji 15 wesayitan pêk dihat xwestiye ku derbasî bajarê Swêdayê bibe lê hêzên herêmî yên Swêdayê nehiştine ku derbasî bajarê wan bibe û ew neçar kirine ku vegerin Şamê.
Derbarê mijarê de rêberê ruhî yê pêkhateya durziyan şêx Hikmet Hicrî gotiye: Mijara teslîmkirina çekan gelekî zû ye, heta ku destûrek ji welat re neyê danîn û tê de mafê durziyan neyê destnîşankirin ew dê dest ji çekên xwe bernedin .
Rêberê rûhanî yê civaka durzî li Sûriyeyê, Şêx Hikmet El-Hicrî, roja 1 çile di nûçeyên derbarê vê mijarê de piştrast kir û got ku axaftin li ser radestkirina çekan li Suwêdayê hîn zû ye. Hikmet El-Hicrî, diyar kir ku fikarên li ser rewşa heyî pir zêde ne.
Şêx Hikmet Hicrî wiha got: “Heta dewlet ava nebe û destûr neyê nivîsandin ku mafên me û her kesî garantî dike, meseleya çekdanîne ne di rojeva me de ye û hîna gelekî zû ye ji bo wê yekê.”
Hikmet El-Hicrî, di berdewama axaftina xwe de got ku divê hemû pêkhate di avakirina destûra Sûriyeyê de hebin û nabe ku aliyek bi serê xwe hikûmetekê ava bike da ku aramiyeke mayîne li Sûriyeyê çêbibe.
Hikmet El-Hicrî her wiha destnîşan kir ku gelek fikarên wan ji rewşa niha ya Sûriyeyê hene û got ku civaka durzî dixwaze beşdarî avakirina destûrekî ku mafê her kesî misoger dike, bibe.