Li gorî nûçeya malpera fermî ya Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), saziyên çapemeniyê yên navneteweyî bang li Dewleta Îranê kirin ku rojnamegera îtalî Cecilia Sala ku ji 19ê Kanûnê ve di Girtîgeha Êvînê de girtî ye, serbest bê berdan.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Eewleta Îranê IRNAyê di 30ê Kanûnê de, hat piştrastkirin ku rojnamegera îtalî Cecilia Sala ji 19ê Kanûnê ve bi hinceta ku “qanûnên Komara Îslamî ya Îranê binpê kiriye” di girtîgeha Êvînê de tê ragirtin. Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya CPJê, Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Festîvala Rojnamegeriyê ya Navneteweyî (IJF) bang li hikûmeta Îranê kirin ku Cecilia Sala serbest bê berdan.
Di daxuyaniya CPJê de hat ragihandin, Cecilia Sala ku di rojnameya Il Foglio û şîrketa podkaste Chora Media de dixebite, bi vîzeya rojnamegeriyê li Îranê ye û divê di 20ê Kanûnê de vegeriya Îtalyayê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku CPJ û RSF girtina sala nimûneyeke tepeserkirina rojnamegeriya serbixwe li Îranê nîşan dide û amadebûna Îranê ji bo armanckirina nûçegihanên biyanî û yên navxweyî ji bo tepeserkirina nûçeyên rexnegirên rejîmê nîşan dide. Li gorî daneyên 1ê Kanûna 2024an li Îranê 16 rojnameger di girtîgehan de ne.
Di daxuyaniyê de rêveberê CPJ Jodie Ginsberg diyar kir ku Îran rojnamegerên li hundir û derve hedef digire. Her wiha di daxuyaniya Midûrê Giştî yê RSFê Thibaut Bruttin de wiha hat gotin: “Binçavkirina Cecilia Sala ji aliyê rayedarên Îranê ve bê hinceteke fermî û tevî vîzeya derbasdar a rojnamevaniyê binçavkirineke kêfî ye. Em ji şert û mercên girtîgehê jî agahdar in, ji ber ku ew di hucreya yekkesî ya Girtîgeha Evîn tê ragirtin û em ji şert û mercên girtina wê bi fikar in.”