Rayedarekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniyekê de ji rojnameya The National re ragihand ku Washington hêvî dike ku hilbijartinên Sûriyeyê yên “azad û dadmend” û bi awayekî zelal û berfireh pêk bên û got: “Em hêvîdar in ku ev şert û merc bi qasî ku pêkan be, di zûtirîn demê de pêk werin.”
Her wiha diyar kir ku Washington hêvî dike ku Sûriyeyeke “li gorî ruhê biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê” were avakirin.
Her wiha got: “Em dixwazin Sûriyeyeke berfireh bibînin ku rêzê ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn ên hemû sûriyeyiyan re bigire, tevî jin û kêmneteweyan.”
Ehmed El Şera gotibû ku hilbijartin berî 4 salan nayên kirin û dibe ku amadekirina destûra nû 3 salan dirêj bike. Washington bi hişyarî nêzî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tev digere û hîna jî Heyet Tehrîr El Şam wek komeke terorîst bi nav dike.