9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerekî nemir û bîranînên dîrokî

Îbrahîm Êzîdî

Em wek şagirtên xeta Şehîd Nazim, Cîhan, Rizgar, Nûjiyan, Mirad, Gulistan û Hîro bi heman armancê têdikoşin. Çawa ku wan ev berhem gihand vê derê em jî dê ji vir berdewam bikin, ev soza me ya ebedî ye

Di destpêka sala 2017an de ez derbasî nav kar û xebatên çapemeniya azad bûm. Di wê demê de gelek rojenameger ji her derê berê xwe didan Şengalê ji bo ku bûyerên li herêmê deqewimin bişopînin. Hê beşek ji Şengalê di destê çeteyên DAIŞê de bû. Em bi lez li derdora her rojnamegereke/î ku hatiba Şengalê kom dibûn û me dixwest ku ji wan fêr bibin ka rojemegerî çawa tê kirin. Ji bo ku em bikaribin rojnemegeriyê fêr bibin em tim li pey wan hevalan bûn.
Rojekê ji rojên sala 2017an ez li navenda ragihandinê ya ku li bajarê Şengalê cih digirt bûm. Ez bi çend hevalên din ên çapemeniyê re li wir dimam. Saet nêzîkî 10:00an bû, li Şengalê pir kêm kes hebûn. Di wê demê de bêdengiya kolanan bala me dikişand, ji ber ku beşeke mezin a civaka me ya ku rastî hovîtiya çeteyan hatibû hê jî venegeriyabû malên xwe û li koçberiyê bûn. Kêm malbat li navenda Şengalê hebûn. Ji bo ku em bikaribin êş û azarên gel ê ku vegeriyabûnî ji raya giştî re ragihînin me navenda xwe ya çapemeniyê li vir vekiribû.
Navenda me beramberî Dibistana Zerîfa Osê ya 4 qatî bû. Ev der di destê YBŞê de bû. Ji ber ku YBŞ dihat hezkirin di nava gel de her dem li derdora dibistanê zarok hebûn, lê belê ev zarok ne ji bo ku bixwînin li dedora dibistanê kom dibûn. Ji ber ku YBŞ û YJŞê bi dilnizmiya xwe hezkirina xwe ji zarokan re dabûn xuyakirin, her dem li vir zarok hebûn. Min berê xwe da dibistanê min dît du kesên ku kamera di destê wan de ne li nava wan zarokan digerin û wêneyê wan dikşînin devliken in, rûyê wan dikeniya, lê mirov hîs dikir ku ji nava dilê wan rojnamegeran axîneke kûr hiltê; lê naxwazin wê xemgîniya xwe li rûyê wan zarokên bedew bidin.

Nasîna Nazim

Ez çûm gel wan min dît ku herdu rojnameger digerin û kameravanê wan jî li pey wan digere. Vê yekê bala min kişand; dema ku ez nêzîkî wan bûm hatin gel min û me silav da hev. Min nihêrî ku ew min jî dikşînin. Hatin gel min; yekê ji wan destê xwe danî ser milê min û got: “Xorto, tu çi dikî li vir?” Min jî got ez endamê ragihandinê me li vir dimînim.” Wî jî got: “Ez Nazim Daştan û hevalê min jî Selamî Aslan e , em hatine li Şengalê digerin, dixwazin hemû tiştên li Şengalê belge bikin û rastiya heyî bikin belgesel û pêşkêşî raya giştî bikin.” Min jî got: “Hûn ser çavan hatin; jixwe ez hevalê Selman nas dikim, ji ber ku ev demeke li Şengalê ye.”
Me ew vexwendin hundir, wan jî got: “Jixwe em ji bo ku li gel we bimînin em hatine navenda Şengalê.” Ez bi vê yekê pir kêfxweş bûm. Min jî ji xwe re got: “Pir baş e; hinek hevalên me ku em bi hev re kar bikin hatine vir.”

Kêfxweşiya zarokan

Di rastiyê de dema ku hevalê Nazim kameraya xwe dida dest wan zarokên bedew ku hinek ji wan bi zorê serê wan ji ber şûrê çeteyan rizgar bûbû hinek ji wan di dema ku hê nû hatibûn dinyayê ji ser warê xwe koçber bûbûn, bi nêzîkatiya hevalê Nazim pir kêfxweş dibûn. Li ber kena jidil a wan zarokan ez gelek hestiyar dibûm, dibe ku ji dema fermanê de ew zarok ewqas kêfxweş nebûbûn. Nazim ji wan wêne dikişandin û nîşanî wan didan. Carna jî makîneya wêneyan dida dest wan zarokan û nîşanî wan dida ku çawa wêne tên kişandin. Ez çiqas pê hestiyar û kêfxweş jî dibûm min ji Nazim re digot; “Baldar be, ew ê makîneyê bişikînin.” Wî jî digot: “Na ew rojnamegerên pêşeroja Êzdîxanê ne, bila ji niha ve fêr bibin, ji bo ku jiyana xwe bikin çîrok, bikin destan, ew bi xwe serhatiya xwe binîvîsin û di rûpelên dîroka mirovahiyê de bimînin.” Herçiqas ev gotin wê demê ji min re bê wate bûn jî, bi demê re herku diçû min ev gotinên Nazim di cih de didîtin û rastî jî wisa bû. Pêwîst e ku zarokên vî gelî dîroka xwe bi destê xwe binvîsin.

Îxaneta PDKê

Dema ku em derbasî hundir bûn ez û hevalê Nazim bi tenê ji xwe re li pêjgehê rûniştin û me dest bi suhbetê kir, herî zêde wî der barê êzîdiyan de pirs dipirsîn. Xuya bû ku beriya derbasî Şengalê bibe li ser dîrok, çand, urf û adetên êzîdiyan xwendibû û xwedî agahî bû.
Tiştê herî zêde di dilê wî de bûbû kîn û pê diêşiya xiyaneta PDKê bû. Derbarê vê de hema bibêje hemû agahî di destê wî de hebûn. Ji min re got: “Li Şengalê tenê êzîdî û pêkhateyên din hebûn.” Min jî got: “Hooo; jixwe yên ku ewqas zilmkar bûn û tehde li me kirin ne DAIŞ bû, ereb û kurdên sunî yên li Şengalê bûn. DAIŞ bi sê erebeyan derbasî Şengalê bû lê hemû kurdên sunî bi DAIŞê re bûn yek û êrîşî ser me kirin; ma DAIŞ ku ji şîşan û afxan bûn ji ku dizanin urf û adetên me çi ne?”
Dema ku ez diaxivîm wî hemû agahiyên ku bala wî dikişandin dinivîsandin. Li ser vê mijarê berdewam kir û got: “Gelo hûn wan kesên ku bi DAIŞê re êrîşî ser civaka me kirin nas dikin, ew niha li ku ne?” Min jê re got: “Erê, em wan nas dikin, lê niha reviyane, beşeke ji wan bi hevkariya malbata Barzanî dema ku Mûsil hê di destê DAIŞê de bû ji Şengalê di ser Mûsilê re derbasî Başûr bûne, hinek ji wan jî bi DAIŞê re tevdigerin.”
Nazim ji min xwest ez pê re bibim alîkar, em der barê wan kesan de belegeyan kom bikin û wan kesên ku destê wan di xwîna êzîdiyan de hene aşkera bikin. Piştî hinek hewldanan, me hinek nav kom kirin, li ser mijarê hinek agahî kom kirin; lê têrker nebûn.

Gorên komî

Nazim bi şev ji min re got: “Siharê em diçin Koço; heke di rê de pirsgirêk nebe.” Min jî ji hevalên YBŞê xwest ku bi me re bibin alîkar. Hevalên YBŞê erebe amade kirin, Nazim û Selamî birin gundê Koço ku çeteyan hemû xelkê vî gundî li nav dibistanê kom kiribûn, jin û zarok revandibûn û zilam jî di gorên komî de kuştibûn. Ev der wê demê di destê Heşda Şabî de bû. Dema Nazim diçe wir bi kesekî ji xelkê gund ku ji komkujiyê xilas bûbû re hevdîtinê dike. Ji wî kesî lîsteyeke navan ku bi erebî nivîsandibû stend û li gel xwe anî navendê û ji min re got: “Were van navan ji min re bibêje, ji ber ku erebî ne, ez jê fêm nakim.” Min jê re got: “Wele ez dikarim bixwînim lê bi erebî nizanim.” Wî ji min pirsî: “Ma we dibistana erebî nexwendiye?” Min got: “Na, ez neçûme dibistanê.” Wî got: “ Himm; eger wisa be xwe baş bi pêş bixe û bibe rojnamegerekî serketî.”
Ev gotinên wî ji min re dibûn xeta mezinkirina têkoşînê. Me lîsteya navan kir kurdî. Selamî jî ev lîste girt gel xwe û di Ajansa Mezopotamyayê de belav kir. Bi şev min li nûçeyan mêze kir hemû TV behsa mijarê dikin û ev nûçe bûbû nûçeya sereke. Ez ewqas dilxweş bûm hindik mabû ez bifiryama; ji ber ku me nûçeyeke pir bi bandor amade kiribû û berhema vê kedê êdî derdiket holê.
Hevalê Nazim bi min re pir mijûl dibû û dema ku nûçe dinivîsîn gazî min dikir û digot: “Were nûçeyê bi vî şêwazî binivîse.” Wiha digot: “Her kevirekî Şengalê yan jî her kuneke van dîwarên malan ku bi guleyekê hatiye lêdan nûçe ye.”
Ji min re balkêş bû, ji ber ku hema bibêje yek mal di Şengalê de nemabû ku cihê bi hezaran guleyan tê de nebû.

Dîtina nûçeyan

Rojekê min wisa di nava sohbeta xwe de got: “Li Şengala Kevn hê hestiyên DAIŞê mane.” Ev ji min re tiştekî normal bû, lê Nazim yekser pirsî: “Ka dîsa bibêje.” Min got: “Dema ku di şer de çete reviyan cenazeyên xwe li nava malekî xirabe hiştin û çûn, ji ber ku kûçikan goştê wan cenazeyan xwarin tenê hestî mane.” Ez di ber axaftina xwe re dikeniyam. Nazim pirsî: “We qet ew kiriye nûçe?” Min jî got: “Na wele.” Wî jî got: “Ma nûçeya ji vê xweştir heye! Zarokên vî gelî niha di Şengalê de ne û çete jî reviyan û nikarine li cenazeyên kuştiyê xwe jî xwedî derkevin.”
Bi rastî bi sedan, tew bi hezaran mijarên wisa hene, lê her mijarek ji van ji min re dibû dersek û dihişit ku di xebatên çapemeniyê de ez xwe bi pêş bixim.
Hevalê Nazim di karê çapemeniyê de ji wênekişandinê pir hez dikir, ji ber hiskirina xwe ya ji vî karî re her dem çawaniya wênekişandinê nîşanî min jî dida.
Carekê got: “Jinên êzîdî gelek berxwedêr in, xwedawendên jin, şervanên jin û niha jî siyasetmedarên jin hene. Di dema DAIŞê de jî beriya ku Tevgera Azadiyê bê Şengalê; jinan li ber xwe daye û çete kuştine.” Axaftina xwe wiha domand: “Li Sinûnê em çûn malekê jê re digotin mala mam Reşo. Kesekî gelek rêzdar bû, keçikeke wî ya bi navê Dilîman hebû û yek jî bi navê Şirîhan, Şirîhan di dema êrîşa DAIŞê de ketibûn destê DAIŞê ew niha li Sûriyeye ye û bi malbata xwe re diaxive carna. Jixwe malbatê agahî daye hevalan û hewl didin ku wê rizgar bikin. Lê hevjîna Mam Reşo Dayê Gulê berxwedêriyeke mezin kiriye; hewce ye ku hûn wan çîrokên berxwedêriyê binivîsin û li dû wan bigerin. Dayê Gulê di malê de li Sinûnê dima; Mam Reşo dixwaze malbata xwe bigihîne cihekî biewle û careke din vegere. Gulê tevî Şirîhan û hinek xwarin û vexwarinê ji xwe re bibin ciyê ku lê diman, lê dema ku Reşo derdikeve ji Sinûnê êdî DAIŞî tên û Reşo nikare xwe bigihîne Gulê û Şirîhanê. Ew bi xwe ji malê derdikevin. Gulê ji malê demançeyê bi xwe re dibe û dixwazin ji Sinûnê derkevin, lê dema ku digihin çerxerêya Sinûnê DAIŞê wan dorpêç dike. Dayê Gulê heta ku guleyên li ser demançeyê hene şerê xwe bi DAIŞê re dike. Dayê çend çeteyan -ku di nava wan de serçete jî heye- dikuje û piştre DAIŞ wê jî qetl dike. Şirîhanê jî direvînin.”

Bandora têkoşîna ku dihat dayîn

Diyar bû ku ji vê çîrokê Heval Nazim pir bibandor bûbû. Vê berxwedêriyê hêz û hêvî dida wî ku jinên êzîdî dikarin li ber xwe bidin û li aliyê din jî gelek pê êşiyabû ku çawa dayikeke wisa temenmezin bê qetlkirin. Vê yekê jî hiştibû dema ku jin û zarok ji destê DAIŞê dihatin rizgakirin yekser Nazim diçû pêşwaziya wan û serpêhatiyên wan belge dikirin. Di dema ku Nazim li Şengalê bû bi dehan çîrokên jin û zarokên ku dihatin, dikir arşîv û hinek ji wan jî çap dikirin. Ji ber ku ji hinek jin û zarokên ku dihatin zimanê kurdî ji bîr kiribûn Nazim herdem alîkarî ji min dixwest û me bi hev re çîroka wan dinivîsand.
Rojekê agahiyek belav bû ku gerîla dê ji Şengalê vekişin. Bi daxuyaniyê re hêzên artêşa Iraqê derbasî Şengalê bûn, me piştre fam kir ku lihevkrin çêbûye, artêşa Iraqê dê li gel YBŞê û YJŞê parastina Şengalê bikin. Jixwe wê demê Dewleta Tirk jî hebûna gerîla li Şengalê de dikir hincet û dixwest rêxistina êzîdiyan belav bike. Hatina artêşa Iraqê ne bi dilê me bû lê bîryar a Rêvberiya Qadê bû. Me nedizanî ku artêş li her derê belav bûye.
Wek her rojê siharê em ji xew rabûn, me plansaziya xwe danî. Hevalê Nazim mafê axaftinê xwest û got: “Ji bo belgesela xwe duh ez bi hevalên Desteya Rêveber re axivîme, dê kesekî ji min re eyar bikin, pêwîst e ku ez vê siharê biçim gel wan. Heke ku karekî wî yê cuda nebe ez pêşniyaz dikim ku ez û hevalê Îbrahîm bi hev re biçin.” Me jî pêşniyaza wî erê kir. Min got: “Em ê taştê bixwin û wisa biçin.” Wî got: “Na, ji bo ku nebe dereng em niha biçin, di ragihandinê de kar beriya xwarinê ye, dema ku mêvanê te hazir be pêwîst e ku tu xwarinê nepirsî.” Çiqas ne bi dilê min be jî ev jî ji min re bû dersek.

Wêneyên bajarê wêranbûyî

Erebeya me tune bû, em ê wek her carê bi piyan biçûna ser kar. Wê demê kameraya me her tim di dest me de bû, me di nava wî bajarê wêranbûyî de çi didît dikişand. Ji min re normal bû, ji ber ku em di nava bûyerê de bûn, lê her ku bi hevalê Nazim re diçûm cihekî aciz dibûm, ji ber ku hema çi didît wêneyê wan dikişand. Dayikek dîtiba dikarî bi saetan dayikê guhdar bike, bêyî ku dîmenê wan bigire. Ji ber ku gelek kes hebûn li ber kamerayan nediaxivîn lê çîrokên xwe digotin; bêyî ku bên qeydkirin. Bi nêrîna min a wê demê van çîrokan tu sûd nedigihand me, lê hevalê Nazim çîrok hemû guhdar dikirin; hinek ji wan bê ku dîmen hebe dinivîsandin. Di kolanê de zarok didîtin, mîna her carê bi wan re mijûl dibû. Bi vî şêwazî em derbasî cadeya sereke ya Şengalê bûn. Çawa ku em ji kolana biçûk derbasî cadeya sereke bûn hema em ketin seyteriya artêşa Iraqê ku seytereyeke demkî li wir danîbûn, bi me re bi erebî axivîn û gotin: “Hûn çi dikin, girêdayî kê ne?” “Min ji wan fam dikir lê min nedizanî bi erebî berisva wan bidim. Ji me re gotin: “Ka nasnameyên xwe û rûxseta kar bidin.” Piştî fermanê ev cara destpêkê bû ku kesek ev daxwazê dikir. Ji min re heta bibêjî bi êş bû, Iraq û PDKê em di nava destê çeteyan de hiştine û çawa ku niha jî dibêjin “Bê destûra me hûn nikarin kar bikin.”
Mêrik dibêje hûn PKK ne ma ne? Nazim got: “Ka ez fam bikim mesele çi ye, ji min re jî tercume bike.” Biqasî ku min ji zilam fam kir min jî hevalê Nazim re got: “Ew dibêje ku nasnameyên xwe bidin me, hûn ji PKKê ne, hûn çima li vir in?”

PKKyî bûn

Dema min ev got hevalê Nazim pir hêrs bû û jê re bi kurdî got: “Eger em ji PKK ê bin wê çi bibe ma ne hûn reviyan û PKK hat ev gel ji mirinê rizgar kir, rûyê we yê reş bi saya PKKê hatiye nuximandin, hûn çi dikin bikin em nasnameyê nadin we, me destûr ji civaka xwe ya ku rastî fermanê hatiye girtiye, me destûr ji malbatên wan jin û zarokên we di nava destê DAIŞê de hiştine girtiye.” Min xwest Nazim bisekinînim. Ji ber ku eger wisa biçûya dê rewş ne baş bûya û dibû ku bûbûya sedema aloziyên mezin. Paşê min fam kir di nava artêşê de kesek ji kurdê Germiyanê heye, hemû axaftina me ji zilam re werdigerîne.
Me xwest em paş ve vegerin lê leşkeran nehişt, bi qasî sê çar saetan em li wir hiştin, bi vî awayî saet bûbû nêzîkî 14:00an. Tew me ji bîr kiribû ku em bê xwarin in jî.
Herî dawiyê ez li hevalê Seîd Hesen geriyam û min rewş jê re ragihand: “Arteşê em dane sekinadin, ne dihêle ku em biçin ne jî dihêle ku em bên. Ez û hevalê Nazim in û me ji wan re gotiye em di Çira TVyê de dixebitin, lê wan em bernedan. Hevalê Seîd got: Jê re bibêjin ku em ji cemeeta Ebû Nûrî ne.” Wê demê li Iraqê ji hevalê Seîd re digotin Ebû Nûrî, ku berpirsê têkiliyên YBŞê bû. Me ji zilam re got: “Em bi Ebû Nûrî re axivîne em girêdayî wan in.” Zilam jî ji jorê re got: “Ev kes ji cemeeta Ebû Nûrî ne.” Wisa em berdan.
Em vegeriyan navendê û me rewş ji hevalên xwe yên navendê re ragihand û me jî êdî li gor rewşê hinek biryarên nû girtin ku em wek berê nikarin li her derê bigerin an jî em û arteşê em ê rastî hev bên.

Berdewamkirina karê wan

Tam nizanim lê qasî şeş heft mehan hevalê Nazim bi me re ma, herî dawiyê xatirê xwe ji me xwest. Bi rastî jî min bi xwe gelek tişt jê girtin, ji min re bû mamoste, hem ji aliyê bîrdozî ve hem jî ji aliyê pîşeyî ve bû sedem ku ez gavên baş biavêjim. Belgefîlma ku wê demê çêkiribûn, piştî demekê di Çira TVyê de hat weşandin, ku derhêneriya wê Ararat Suveyda kiribû.
Ev tenê çend mînak in ji jiyana me bi Şehîd Nazim re. Dema ku me şehadeta wan hevalan bihîst ji me re pir giran bû, lê em dikarin bibêjin ku bi rastî wan canê xwe feda kir lê berhemekî paqij ji dîrokê re hiştin. Em îro wek şagirtên wan li ser xeta Şehîd Nazim, Cîhan, Rizgar, Nûjiyan, Agir Mirad , Gulistan, Hîro û bi dehan şehîdên din bi heman armancê têkoşînê dikin. Çawa ku wan ev berhem gihandin vê derê em jî dê ji vir berdewam bikin, ev soza me ya ebedî ye.