Şandeya KNKê ku ji hevseroka KNKê Zeyneb Murad û endamên Konseya Rêveber a KNKê Refîq Xefur û Şehla Efîd pêk tê, li navenda rêxistina Azadbûn a li Silêmaniyê serdana kampanya alîkariyê ya ku ji bo rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin, kir.
Der barê serdanê de endamê Konseya Rêveber a KNKê Refîq Xefur ji çapemeniyê re axivî û got: “Armanca me pêkanîna yekdengî û rêxistinkirina nava Kurda ye. Em kampanya piştgirî û alîkariyê ya ji bo Rojava hatiye destpêkirin, wek erkek giring dibînin.”
Di dewamê de Refîq Xefûr got: “Rojane li ser çapemeniyê tê dîtin ku zarok ji birsan de dimirin, ji bona wê alîkariya mirovî ji bo her gelek bê kirin karek pîroz û nîştimaniye. Ji xwe ger ji gelê mirov bi xwe re be erkeke hîn mezintir e. Kampanya piştgiriya bi Rojava re beşek ji wê xebata ku her yek ji me ji bo azadî û aramiya ku em bi hev re jê re têkoşîn dike ye.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Refîq Xefûr eşkera kir ku ew hewl didin civîna şêwra neteweyî ya her çar parçeyên Kurdistanê pêkbînin û got: “Ji bo vê çendê em dixwazin nêrîna piraniya partiyên siyasî, kesayetên neteweyî û rewşenbîran bigrin da ku bizanîn di vê der barê de çi gavek bavêjîn. Me heta niha serdana zêdetirî 12 saziyên çapemeniyê yên li Silêmanî û Hewlêrê kiriye. Armanca me ji van serdanan ew e ku em zemînek ji bo yekdengiyê çêkin. Heta niha nêrînên wan erênî ne.”