Di çalakiyên ku li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin lidarxistin de li ser rewşa girtiyên nexweş hat sekinandin û hat xwestin ku ji bo bên dermankirin divê serbest bên berdan.
çalakiya li Stenbolê
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 666’emîn a “Rûniştina F” ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya Beyogluyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal li ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Erturk ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê tê girtin hat sekinandin. Di daxuyaniyê de pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Kemal Erturk serbest bê berdan” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” gelek caran hatin bezrkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan daxuyaniyê.
Li ser navê Şaxa ÎHD a Stenbolê Oya Ersoy ku daxuyanî xwend, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hemû girtiyan mexdûr dike, lê girtiyên siyasî rastî pêkanînên wekî “cudakarî û dijminatiyê” tên. Oya Ersoyê bal kişand ku serbestberdana girtiyan bi awayekî keyfî ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin.
Oya Ersoyê anî ziman ku Kemal Erturk 25 sal in di girtîgehê de ye, lê tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê gelek in jî nayê berdan û wiha got: “Kemal Erturk, Wernicke Korsakoff, şekirê tîpa 2, hîpertansiyon, kêmbûna dîtinê, menîskus, fitiq, hemoroit, ulser û gastrit pê re hene. Giliyên xwîn û êşê hene. Li gorî agahiyên ku ji malbata wî hatine girtin, Erturkê ku di nêz de ji ber fitiq û hemoroîtê emeliyat bûye, baş nayê dermankirin.”
Oya Ersoyê xwest ku Ertürk rojek berî rojekê bê berdan ku ê dermankirin. Ersoyê got: “Em parêzvanên mafên mirovan em mafê jiyanê yê hemû girtiyên nexweş diparêzin. Em ê li her derî rastiyê biqîrin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
çalakiya li İzmîrê
İHD İzmir Şubesi hasta tutsakların durumuna dikkat çekmek amacıyla 2 haftada bir düzenlediği eylemin 303’üncüsünü gerçekleştirdi. Konak’ta bulunan Eski Sümerbank önünde yapılan eylemde, “Hasta mahpuslar ölüyor susma, suça ortak olma” pankartı açıldı. Çok sayıda kişinin katıldığı eylemde bu hafta Elazığ Kadın Kapalı Cezaevi’ndeki hasta tutsak Besra Erol’un sağlık durumuna dikkat çekildi.
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 303’yemîn li dar xist. Di çalakiya li ber Eskî Sûmerbanka Konakê de pankarta bi nivîsa “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin alîgirê sûc” hat vekirin. Di çalakiyê de ku gelek kes lê amade bûn, li ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê hat sekinandin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku Besra Erol bi dîskê, tansiyona bilind, tansiyona çav û dîskê ketiye û got ku ji ber axaftina xwe ya li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz Erol ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bi endamtiya rêxistinê hatiye girtin û 7 sal û 5 meh ceza lê hatiye birin. Çiçek destnîşan kir ku nexweşînên Besra Eolê giran dibin û xwest bê berdan.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
Çalakiya li Enqereyê
Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 537’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş careke din li Kolana Sakaryayê civiya û daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê Omer Faruk Yazici daxuyaniyê xwend.
Yazıci da zanîn ku bi qasî ku hatiye tespîtkirin di sala 2024’an de herî kêm 32 girtiyan ji ber nexweşiyên xwe mirine. Yazici di çalakiya xwe ya vê hefteyê de; rewşa girtiyê nexweş ê giran Fevzî Arslan ê 57 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Suluc a Edeneyê tê girtin, vegot.
Yazici da zanîn ku gelek nexweşîn bi Fevzî Arslan re hene û got ku çendî rewşa wî giran e jî bi tena serê xwe dimîne. Yazici bilêv kir ku ji serê Arslan heya bi nigê wî her derê wî ditevize û ji ber îşkenceyê mejiyê wî biçûk dibe.
Yazici bilêv kir ku Fevzî Arslanê ku 7 meh berê ji Rihayê sirgûnî Edeneyê hatiye kirin ji xeynî nexweşîna wî ya giran fitiq jî pê re heye û nayê dermankirin. Yazici anî ziman ku jiyana Arslan di xetereyê de ye û xwest demildest bê berdan.