10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Birîna 13 salan: Roboskî

Di ser komkujiya Roboskî de 13 sal derbas bû. Lê tevî evqas dem ne edalet pêk hat ne jî berpirsan komkujî qebûlkirin.

Artêşa tirk di 28ê Kanûna 2011an de li dijî welatiyên kurd li xeta sînorê gundê Bujeh û Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê êrîşek hewayî pêk anî. Di êrîşê de 34 welatî jiyana xwe ji dest dan. Ji ser Komkujiya Roboskî re 13 sal derbas bûn. Lê di nav vî 13 salî de tu kes nehat darizandin.

Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan du roj şûnde daxuyaniyek da û got li ser agahiya ku 10 roj berê ji rêxistinên îstîxbaratê re çûye ÎHA çûne herêmê.

Berdevkê hikûmetê Bulent Arinç der barê mijarê de di 2yê Çileya 2012yan de daxuyaniyek da got ku di bûyerê de qest tuneye û bendewariya lêborînê jî şaş e.

Cigirê serokê giştî yê AKPê Huseyîn Çelîk ji bo komkujiyê got: ‘Qilaban qezayek operasyonê ye.’

Çend roj piştî bûyerê Rojnameya Tarafê bi nûçeyek got ku îstîxbarata komkujiyê ji aliyê MÎTa Tirk ve hatiye dayîn. Hakan Fîdan ê ku wê demê musteşarê MÎTê bû di 2012an de vê agahiyê derewand. Lê  Wezîrê Karê Hundir yê wê demê Îdrîs Naîm Şahîn di mijdara 2014an de di civîna çapemeniyê de got: “Ji aliyê MÎTê ve nivîs hatiye şandin û rayedarê peyabilind yê MÎTê li TSKê geriyaye û gotiye Bahoz Erdal xeta sînor derbas kiriye. Li ser vê agahiyê bûyera Qilabanê hat jiyîn.” Fermandariya giştî jî piştî bûyerê îdia kir ku wan li dijî planek komkujiyê vê êrîşê pêk aniye.

Di nav rayedar û saziyên dewletê de her çiqas daxuyaniyên nakok hebin û li rastê komkujiyek hebe jî di nav 13 salan hêjî tu kesê berpirsiyariya komkujiyê negirtiye ser xwe. Piştî  hewldana derbeya 2016an vê carê rayedarên Dewleta Tirk FETOyê ji komkujiyê berpirsiyar dît.

Di lêpirsîna hat destpêkirin de Serdozgeriya Komarê ya Amedê di hezîrana 2013yan de ‘biryara bêpeywirbûnê’ da û dosya sewqê dozgeriya leşkerî kir.

Dozgeriya leşkerî jî di çileyê 2014an de biryara cihê lêpirsînê tuneye da.

Parêzeran piştî biryarê di 18ê Tîrmeha 2014an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan. Lê ev serlêdan bi hinceta ‘ji ber kêmasî di pêvajoya xwe de temam nebûne’ hat redkirin. Bi vî awayî hemû rêyên hiqûqa hundir ji bo Roboskê hat girtin.

Malbata ji nûve serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Lê di 25ê Mijdara 2020an de biryara neşopandinê hat dayîn. Malbatan di meha sibatê de serî li Dadgeha Destura Bingehîn dan.