10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

PYD: Êrîşên li ser elewiyan dê Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibe

PYDê bi daxuyaniyek bal kişand ser êrîşên ku li Sûriyeyê li dijî elewiyan pêk tên û wiha got: “Em hişyarî didin ku ev binpêkirin wê welatê me Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve bibe. Em teqez dikin ku divê dawî li rewşa parçebûna nîştimanî were anîn.”

Meclisa Giştî ya PYDê der barê geşedanên li herêmên elewiyan ên li peravên Sûriyeyê, Humis, Şam û gundewarên Hemayê de, daxuyaniyek weşand.

PYDê di daxuyaniyê ya xwe de wiha got: “Duh li peravên Sûriyeyê, Humis, Şam û gundewarê Hemayê ku taîfeya elewî lê dijîn xwepêşandan hatin lidarxistin. Ev xwepêşandan piştî belavbûna dîmenên binpêkirinên li dijî perestgeha Şêx Ebû Ebdullah El Hisên Bin Hemdan El Xesîbî ya li Helebê, çêbûn. Dîsa di dîmenên li ser medyaya dijîtal de belav bûn de, gule li xwepêşandan tên berandin, di encamê de birîndar çêbûn û qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin. Li Hemayê jî darên sersalê hatin şewitan. Em bi fikar van bûyeran dişopînin. Em binpêkirinên li dijî her bawerî, çand, ol, taîfe û neteweyê şermezar dikin. Em hişyarî didin ku ev binpêkirin wê welatê me Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve bibe. Em teqez dikin ku divê dawî li rewşa parçebûna nîştimanî were anîn.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê û tevahî aliyên wê yên siyasî û rêveberiya siyasî ya li Şamê hat kirin ku dawî li van binpêkirinan bînin  wiha hat gotin: “Çareserî ew e ku xelkê peravê herêmên xwe bi rê ve bibin. Ji bo rêgirtina li ber şerekî taîfî divê xelkê wan herêman ewlehiya xwe ya navxweyî biparêzin. Ji bo nivîsandina peymaneke civakî ku mafên tevahî sûriyeyan bi nasnameyên wan ên etnîkî, çandî, olî û mafên jinan mîsoger bike divê komîteyek ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê were avakirin. Em bang li her kesî dikin û bûyerên taîfî şermezar bikin û dawî li xîtaba nefretê bînin. Ne wisa be em ê ber bi şerekî navxweyî ve biçin ku dê encamên wê ji bo tevahî sûriyeyan wêranker be. Em bang li tevahî hêzên demokrat ên li Sûriyeyê dikin ku bi hev re ji bo rawestandina van binpêkirinan bixebitin, di vê pêvajoya derbasbûnê de xebateke hevbaş bimeşînin da ku Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin.”