Xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş a 21 salî, di 27ê Îlonê de winda bû û cenazeyê wê di 15ê Cotmehê de li Perava Mollakasim hat dîtin. Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş di 2yemîn danişîna doza Narîn Guranê de hate pêşiya Edliyeya Amedê û ji bo lêkolînkirina mirina keça xwe bang kir.
Bav Kabaîş bang li kesên doza Narînê dişopandin kir û wiha got: “Çima kesek napirse, hûn çima qet napirsin. Ew hat kuştin. Ewqas kanalên televîzyonê hebûn, çima kesek naçe Mollakasimê? Kezeba min dişewite. Min ji bo zanîngehê bixwîne ew şandibû.”