10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî biryara girtina GOÇÎZDERê bertek nîşan dan

Endam û rêveberên GOÇÎZDERê bi daxuyaniyeke bertek nîşanî biryara girtina komeleya xwe dan û gotin: “Biryara girtinê ne biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye.”

Biryara girtina Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) hat şermezarkirin. Li avahiya komeleyê daxuyanî hat dayin û nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka GOÇÎZDERê Kamîle Kandal ve hat xwendin.

Kamîle Kandal, anî ziman ku biryara girtinê ya ji bo komeleya wan biryareke dij-demokratîk e û wiha got: “Ev biryar, li dijî têkoşîna lêgerîna maf derbeyeke. Bi girtina komeleya me re nîşan dan bê ka çawa nêzî mafên koçber û penaberan dibin. Biryara girtinê ne biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye.”

Kamîle Kandal, da zanîn ku rêveberên komeleyê di dozên xwe de beraet kirine lê bi heman îdiayan komeleya wan hatiye girtin û wiha got: “Em ê li dijî biryarê îtîraz bikin. Tevî hemû zextan û girtinan jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên koçber û penaberan bidomînin.”

Nûnerê TÎHVê yê Stenbolê Umît Efe jî got ku ew pêvajoya GOÇÎZDERê dişopînin û dê têkoşîna mafên mirovan tevî zextan jî bidome.

Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak jî bal kişand ser rewşa nebaş a koçber û penaberan û bertek nîşanî biryara girtina GOÇÎZDERê da.