10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Êrîşên li ser elewiyan xizmeta aramiyê nakin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên li ser elewiyan ên li Sûriyeyê daxuyanî da û got ev êrîş xizmetê aramiyê nakin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşdanên dawîn ên li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber geşedanên bilez ên li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baasê, ya baştir ew e ku em ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin. Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de lazimiyeke dîrokî ye.

Pirrengiya ku di welatê me Sûriyeyê de dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî civakî ye. Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyeyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide. Pêkanînên li peravên Sûriyeyê yên li dijî elewiyan diqewimin û şewitandina darên sersalê li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û siberoja wê. Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyeyê bingeheke girîng yê avakirina Sûriyeyeke bihêz e.

Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîn e. Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.

Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta aramiyê nakin. Ji vê zêdetir dê bibin sedema rûdana şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metirsiyê. Di salên dirêj de me bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingehê tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî tevahî projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast.”