9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeha Dûmlûyê veguheriye îşkencexaneyê

Ji girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê Ramazan Kaya ragihand ku girtîgeh roj bi roj vediguhere îşkencexaneyekê û bang li raya giştî kir

Binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê her ku diçe zêdetir dibin. Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Dumluyê tê ragirtin, di 25’ê Kanûnê de li ser telefonê bi bavê xwe Samet Kaya re hevdîtin kir û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Ramazan Kaya, da zanîn ku girtîgeh roj bi roj bêhtir vediguhere êşkencexaneyê û pêdiviyên wan ên sereke yên weke av, xwarin û ceyran jî li dijî wan weke amûrên îşkenceyê tên bikaranîn. Kaya, ev agahî parve kir: “Duh heta nîvro av nedan. Dema me sedema wê jê pirsî jî bi keniyan û heqaret kirin. Hinek gardiyan bi taybet hatine hilbijartin. Ev kes bi dijminane nêzî me dibin. Dema bi ser qawîşan de digirin, gardiyan êrişî her kesî dikin û heqaretan dikin. Midûrê girtîgehê jî hewl dide girtiyên siyasî proveqe bike û neçarî întîharê bike. Her wiha, ji bo çareserkirina pirsgirêka av û ceyranê em pê li bişkoka agahdarkirinê kir û alîkarî xwest. Lê dengê bişkokê qut kirine û nahêlin em alîkariyê bigirin. Mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin. Her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Rêveberiya girtîgehê vê bi zanebûn dike.”

Kaya da zanîn ku piştî cezayê hucre û hevdîtinê cezayê pereyan li wan hatiye birîn û mafê wan ê derketina hewşê ya du saetan jî bi awayekî keyfî hatiye bisînorkirin. Kaya, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re dibêje; “Em kengî bixwazin hûn ê wê demê avê vexwin, xwarinê bixwin û televîzyonê temeşa bikin.”Kaya, herî dawî ev agahî da: “Piştî hevdîtina telefonê nizanim dê çi bi serê min were. Polîtîkayên li vê derê, girêdayî polîtîkayên li Îmraliyê ne. Li vir nahêlin em bêhn bistînin. Lewma jî banga hestiyariyê li rêxistinên civaka sivîl û raya giştî dikim. Em bêxwedî nînin, em banga hestiyariyê li gelê xwe û tevahiya raya giştî dikin.”