10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê bîlançoya şer aşkera kir

Navenda ragihandina HSD'ê encamê şerê ji şevê din de diqewime parvekir û da xuyakirin ku di encama şer de 5 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên hatin îmhakirin û hejmarek çek û cebilxane destserkirine

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûr rojhilatê Minbicê wesayîteke komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk rûxandin.

Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kêlîka rûxandina wesayîtê kişandin û li ser medya dijîtal parvekirin.

Ji aliyekî din ve Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD`ê bîlançoya şerê doh êvarê û heta îro weşand.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD`ê ragihand ji doh şevê heta sibeha îro di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk de li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê şerekî giran qewimî.

Di encama şer de 5 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên wan hatin îmhakirin û hejmarek çek û cebilxane jî hate destserkirin.

Navendê got, “Hêzên me yên ku mafê parastina rewa bi kar anîn û bersiva êrişan dan, rasterast çeper û navendên çeteyan ên li wan herêman kirin hedef.

Li eniya Pira Qereqozaxê jî artêşa Tirk a dagirker derdora pirê û balafirgeha Sirîn bi çekên giran topbaran kir, dinencamê de ziyanên madî derketin.

Li herêma Zergan, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariyê û endamekî Hêzên Disîplîna Leşkerî şehîd bûn û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn.”