10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Delal Akyuz li dijî hebsa malê serî li DMME’yê da

Rojnameger Delal Akyuz li dijî biryara hebsa malê ku 11 roj in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li DMME’yê da.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, di 13’ê sibata 2024’an de li Îzmîrê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Delal Akyuz, li dijî cezayê hefsê ku 11 meh in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ji ber ku ji îtîrazên kiribû encam derneket û rêyên hiqûqa navxweyî xelas bûn, Delal Akyuz bi rêya parêzerên xwe serlêdan kir.

Di serlêdanê de hate gotin ku sepanên miwekîlê wan rû bi rû mayî li dijî PMME’yê ye. Hat gotin ku Delal Akyuz ji pişt ve hatiye kelemçekrin û sepanên di dema muyaneya edlî rastî hatî dikevin çarçoveya “îşkence û muameleya xerab.” Her wiha hat gotin ku îtîrazên ji bo rakirina cezayê hefsa malê hatine redkirin û dadgeh bêalî û adilane tevnegeriyane. Her wiha hate diyarkirin ku wî ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye darizandin û bi cezayê hefsa malê re mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.