Balafira Rêwiyan a Azerbeycanê li nêzîkî bajarê Aktau yê Kazakistanê ket xwarê. Çavkaniyên herêmî ragihand ku di balafirê de 62 rêwî, 5 personelên balafirê tevahî 67 kes hebûne.
Wezareta Rewşên Lezgîn a Kazakistanê ragihand ku 42 kesan jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne. Her wiha Rêhewaya Azerbeycanê da zanîn ku ji 62 rêwiyan 37 kes welatiyên Azerbeycanê, 16 kes welatiyên Rûsyayê, 6 kes welatiyên Kazakistanê û 3 kes jî welatiyên Qirxizistanê ne.
Hate ragihandin ku şewata ku ji ber ketina balafirê derketî, hatiye vemirandin.
Li gorî hin çavkaniyên Rûsyayê jî balafir ji Bakuyê ber bi bajarê Grozni yê Çeçenistanê ve diçû û ji ber mija li bajarê Grozniyê rotaya xwe guherandiye.