10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê berê yê Îtalyayê: Rojava ji bo mirovahiyê mîrate ye

Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero anî ziman ku projeya tinekirina Sûriyeyê di meriyetê de ye û got, "Ji bo paşeroja Sûriyeyê yekane modela ku divê esas bê girtin Rojava ye. Lê dixwazin wê jî tine bikin."

Geşedanên piştî 8’ê Kanûnê ya bi hilweşîna rêjîma Sûriyeyê re, li herêmê didomin. Hêzên navneteweyî hewl didin bi rêya rêxistina cîhadîst Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ) planeke Nû ya Sûriyeyê bixin meriyetê. Di vê navberê de dewleta Tirk û komên wê yên çete ku piştgirên sereke yên vê rêxistina cîhadîst in, hê jî êrîşên xwe yên dagirkirina herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

Wezîrê berê yê Piştgiriya Civakî ya Îtalyayê siyasetmedar Paolo Ferrero derbarê geşedanên li Sûriyeyê û êrîşên li ser Kurdan ji ajansa ANF’ê re axivî.

Siyasetmedarê Îtalî Paolo Ferrero, bûyerên li Sûriyeyê diqewimin weke encama şerekî berfireh ê hêzên navneteweyî nirxand û diyar kir ku rejîma Esad a ji xwe qels bû bi desteka yekser a Tirkiye û Îsraîlê û desteka neyekser a DYA re hilweşiya ye û got “Hevsengiya niha li Sûriyeyê xerab kirin. Ez di wê baweriyê de me ku ev rewşa nû wê rê li ber hikûmeteke nû ya Sûriyeyê veneke, lê bibe sedema hilweşandina Sûriyeyê. Ez vê dibêjim ji ber ku Îsraîlê hemû Girên Golanê û herêmên cîran ên li Lubnanê îlhaq kir. Tirkiye hewl dide heman tiştî li ser Bakurê Sûriyeyê jî bike. Her wiha her çend komên terorîst ên cîhadîst weke ku hikûmet ava kirine tên nîşandan jî, di rastiyê de ti serweriya wan nîne. Çawa ku Dewleta Îslamê li dijî Kurdan tê bikaranîn, ew jî tên manîpulekirin û weke amûr tên bikaranîn.”

‘Projeya tinekirina Sûriyeyê di merîyetê de ye’

Wezîrê berê Paolo Ferrero, destnîşan kir ku hewl tê dayîn bi rêya Tirkiyeyê projeya tinekirina Sûriyeyê bi cih bînin û anî ziman ku ku lêgerîna çareseriyê ya ji bo siberoja Sûriyeyê bi HTŞ’ê re vala ye.

Paolo Ferrero got, “Dema mirov dîrok û îdeolojiya HTŞ’ê bigire ber çavan, bi vê rêxistina cîhadîst re pêşbînkirina çareseriyê ji bo Sûriyeyê gelekî zehmet e. Tirkiye dixwaze bi rêya vê rêxistinê û komên din ên çekdar ên girêdayî xwe, planên xwe bixe meriyetê. Mîna berê eşkere ye ku van koman li dijî Kurdan û Rojava bi kar tîne. Em ê binêrin ka wê DYA mudaxele bike, yan na. Xuya ye Rûsya jî mîna Îranê li kêlekê disekine. Eger DYA û Tirkiye bixwazin rewşê asayî bikin, dibe ku hevdîtinek pêk were. Lê eger Tirkiye di guhertina rewşa Sûriyê de bi darê zorê bi israr be, wê demê zimanê şer dibe vebijêrk, ji ber ku heta niha nîqaşeke rasteqîn li ser çareseriyê çênebûye. Li Sûriyeyê hevsengiya leşkerî li gorî modela cîhadîstan diguhere. Ji ber ku ev model li gorî berjewendiyên Tirkiye, Îsraîl û heta astekî DYA’ê nîşan dide. Ev hêz ji bo ku herêmê baştir kontrol bikin dixwazin Sûriyê bikin dewletên biçûk ên etnîkî, dînî an jî çandî.”

‘Naxwazin rastiya kurdan bipejrînin’

Paolo Ferrero, anî ziman ku armanca sereke ya Tirkiyeyê pêkanîna siyaseta Osmaniya nû li herêmê ye û got ku armanca êrîşên Erdogan û rejîma wî ya li ser Rojava, pêşiya qebûlkirina rastiya Kurd girtine. Ferrero wiha domand, “Her wiha Erdogan netewperestek xerab e. Li hemberî xweseriya Kurdan bêtehmûl e. Tirkiye naxwaze Kurd di pozîsyoneke wiha de bin ku bikaribin xwe bi azadî îfade bikin an jî xwe bi xwe bi rê ve bibin.”

‘Modela Rojava şoreşeke rasteqîn e’

Paolo Ferrero, bi bîr xist ku di navenda pirsgirêkên sereke yên Sûriyeyê de feraseteke ku her cure cihêrengî qebûl nake ev nîv sedsal e serwer e û got, “Pêşniyar û modela ku Kurd ji bo ol, çand û komên etnîkî yên cuda dike û rêveberiya herêmê ya demokratîk pêş dixe, di rewşa heyî de bi rastî jî mîna şoreşeke. Hebûna rejîma Esad li ser bingeha piştguhkirina vê cihêrengiyê bû. Tevî ku ev rastiya li Sûriyeyê tê zanîn jî, em dibînin heman helwest ji aliyê cîhadîstan ve destekkirin.

Ji bo piştgiriya gelê Kurd li welatên Rojava û cihên din çi ji destê me bê, ferze ku em bikin. Ligel ku Kurd ji bo kesekî pirsgirêk dernaxin, êrîşkirina ser kurdan nayê qebûlkirin. Ji bo xwe bi xwe birêve bibin divê azad bên hiştin. Divê em zextê li Tirkiye û DYA’ê bikin. Modela Rojava bi îlhama fikrên Abdullah Ocalan ji bo demokrasiyeke pirrengî û beşdar alternatîfeke girîng pêşkêş dike. Gelê Kurd ne tenê mafê xwe yê jiyîn û rêvebirina xwe diparêze, di heman demê de xwedî vîzyonekê ye ku pirsgirêkên mirovahiyê çareser bike. Eger em vê rêya demokrasiya pirrengî û beşdar bişopînin, wê pêkan be ku mirov ji mantiqa şer dûr bikeve.”

‘Kobanê sembola berxwedanê ye dixwazin tine bikin’

Paolo Ferrero, destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê sembolên berxwedana gelê Kurd jî tine bike û got, “Tirkiye ya ku serketinên gelê Kurd ji bo xwe weke biçûkdîtinê dibîne, mîna li Kobanê hewl dide her şêwe sembolên berxwedanê yên Kurdan tine bike.”

‘Ji bo siberoja mirovahiyê divê em Rojava biparêzin’

Paolo Ferrero di dawiyê de ev bang kir, “Ji bo dawî li van êrîşan bê, divê em zextê li Tirkiyeyê û DYA’ê bikin. Ev hêzên mezin difikirin ku ew ê bikaribin îradeya xwe li ser gel ferz bikin. Rojava ne tenê ji bo Kurdan tecrûbeyeke erênî ye, her wiha ji bo mirovahiyê mîrateyeke. Ev model pratîkeke girîng e, nîşan dide ku gelek netewe û rengên cuda dikarin bi hev re bijîn. Rojava, pêşniyareke şênber û rasteqîn a ji bo jiyana bi hev re ya navbera komên cuda yên etnîkî, ol û meyla siyasî temsîl dike. Ji ber vê yekê divê em Rojava biparêzin. Bi parastina Rojava re em ê modeleke siberoja mirovahiyê biparêzin.”