10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

3yemîn Konferansa Jinên Kurd a herêma Krasnodarê hat lidarxistin

3yemîn Konferansa Jinên Kurd a Herêma Krasnodarê ya Rûsyayê hat lidarxistin.

Konferansa 3yemîn a Jinên Kurd a herêma Krasnodarê ya Rûsyayê bi beşdariya 70 aktivîst, pêşeng û nûnerên tevgerên jinan ên li herêmê hat lidarxistin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di konferansê de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinan, encamên xebatên salê û pirsgirêkên jinên kurd ên heyî hatin nîqaşkirin. Her wiha di konferansê de fîlmek li ser jinên Kurd ên leheng û navdar û der barê jineolojiyê de sînevîzyonek hat nîşandan.

Di konferansê de kar û xebat hatin nirxandin

Di konferansê de berdevka dîplomasiya Komîteya Jinên Kurd a Krasnodarê Guhar Hesen li ser karê salekî yê tevgera jinan axivî û rapora wan xwend.

Endamên Komîteya Jinên Kurd a Krasnodarê Sînema Mehmed û Maral Gasanova jî ji bo pêşvebirina tevgerê pêşniyarên xwe anî ziman û bal kişandin ser girîngiya parastina nasnameya çandî.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Di nav nêrînan de berfirehkirina bernameyên perwerdeyê, afirandina însiyatîfên giştî û xurtkirina têkiliyên dîplomatîk hebûn.

Ji bo bidestxistina mafên jinan û xurtkirina rola wan a di malbat û civakê de tedbîr hatin pêşniyarkirin.

3’yemîn konferansa jinên Kurd ji bo civaka Kurd a herêma Krasnodarê ji bo jinên Kurd girîng bû tekezî li ser pêwîstiya xebata hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî hat kirin. Beşdaran diyar kirin ku civînên bi vî rengî îlhamê didin wan ku ji bo wekhevî û edaletê têkoşînê geştir bikin.

Konferans bi coş bi dawî bû.