10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Tirk êrîşê başûrê Kobanê kir

HSDê ragihand ku Dewleta Tirk û çeteyên wê agirbest binpê kiriye û ji duh êvarê ve bi piştgiriya hewayî ya balafirên bêmirov êrişî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê a li başûrê Kobanê dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî binpêkirina agirbestê ji aliyê Dewleta Tirk ve û dewamkirina êrîşan de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HSDê wiha ye: “Tevî hewldanên aramkirinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê duh û îro jî li ser gelek herêmên derdora Kobanê, Bendava Tişrînê û Eyn Îsayê berdewam kirin.

Duh êvarê saet di 18.00’an de çeteyên artêşa tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî ya balafirên keşfê ji 3 baskan ve êrişî herêma Bendava Tişrînê kir. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da. Di pevçûnan de kuştî û birîndarên wan çêbûn û neçar bûn ku ji herêmê birevin.

Li herêma Pira Qereqozaqê û gundê Bîr Heso yê dikeve başûrê bajarê Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa tirk saet di 23.00’an de bi 3 êrişên hewayî herêm bombebaran kir, her wiha artêşa tirk a dagirker bi dehan moşek û top li herêmê barandin.

Li Eyn Îsayê, duh êvarê, balafirên keşfê yên Dewleta Tirk a dagirker li gundê Hoşanê li erebeyekê xist, her wiha gundên rojhilatê Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî jî bi dehan topên hewanan bombebaran kirin.

Îro danê sibê komên çete bi piştgiriya hewayî û bejayî ya artêşa tirk a dagirker, ji gelek baskan ve êrîşeke berfireh li ser herêma Bendava Tişrînê pêk anî. Di van kêliyan de şerên dijwar di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de diqewimin. Li herêmê balafirên keşfê yên dagirkeran digerin.

Li hemberî vê yekê û ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kir, her wiha ji ber bombarana dijwar a balafirên keşfê yên bêmirov û topbaranê, duh danê êvarê hêzên me li derdora pira Qereqozaqê balafireke keşfê ya Bayraktar TB2 a Tirk xist xwarê. Her wiha hêzên me ji bo bersivdayîna êrişan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Kobanê ketine rewşa berevaniyê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê bi kar tînin û hewl didin êriş û planên xwe yên dagirkeriyê bidomînin û dixwazin raya giştî bi kar bînin. Ev yek ji raya giştî re pir xuya ye. Êdî pir diyar e ku bi hemû hovîtiya xwe dixwaze herêmê dagir bike û gelê wê koçber bike.”