10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta li ser sînor di roja 5emîn de didome

Gel di roja 5emîn a çalakiya nobetê ya ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê li dijî êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê dabû destpêkirin didomîne.

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMOyê hatiye destpêkirin di roja 5emîn de didome.

Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin gel hev û çalakiya xwe bi stranên berxwedanê û dirûşman didomînin. Çalakvanên ku pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava” li xwe kirin, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Şandeyek ji Sêrtê beşdarî çalakiyê bû.

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Misircê ya Sêrtê Naîl Asma di çalakiyê de axaftineke kin kir. Asma, diyar kir ku divê piştevanî were mezinkirin û ev tişt anî ziman: “Divê hemû gelên Tirkiyeyê piştgiriyeke xurt bidin çalakiya nobetê ya li vê derê.”