10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber êrîşan Bendava Tişrînê nikare kerebe hilberîne

Ji ber êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê xelkê kantonên Firat û Minbicê jî, bê ceyran mane.

Ji 8ê Kanûnê ve Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, ji bêjahî û hewayî ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di van êrîşan de sivîl, wargehên jiyanê, navendên xizmetguzariyê jî tên hedefgirtin.

Balafirên Dewleta Tirk di 10ê Kanûnê de Bendava Tişrînê ku dikeve başûrê Minbicê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê bendava ku zirarek mezin dît, ji xizmetê derket. Bendavê pêdiviya ceyranê ya kantonên Firat û Minbicê pêşwazî dikir, lê ev 7 roje ji xizmetê derketiye û xelkê herdu kantonan bêceyran maye. Xebatkarên bendavê hewl didin derbasî bendavê bibin û cihên xirabûne sererast bikin, lê ji ber êrîşên Dewleta Tirk ku hîn jî didomin, heta niha nehatiye sererastkirin.

Çêkirina Bendava Tişrînê ku li ser çemê Firatê ye di sala 1980yan de destpêkir, di sala 1999an de bi dawî bû û bendav ket xizmetê. Bendav ji sala 2013 heta 2015 ketibû bin dagirkeriya çeteyên DAIŞê. Bendava ku çeteyan gelek zirar gihandibûyê, sala 2015an de ji aliyê şervanên YPG/YPJê ve hat rizgarkirin. Di sala 2016an de cihên hatibûn xirabkirin ji aliyê Desteya Kahrebeyê ya Kantona Firatê ve hatin sererastkirin û bendav ket xizmetê.

Lê piştî sererastkirinê vê carê Dewleta Tirk dest bi qutkirina ava Çemê Firatê kir. Vê yekê jî asta ava bendavê daxist û bandor hilberîna ceyranê kir. Dewleta Tirk gelek caran av ji nişka ve berdida û viya jî zirar da bendavê.