10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zêdeyî 4 hezar girtî li benda mafê hêviyê ne

Sekretera OHDê Ebrû Akkal, anî ziman ku Tirkiye heta niha ji bo mafê hêviyê tu gav neavêtiye û zêdeyî 4 hezar girtî nikarin ji vî mafê xwe sûdê bigirin û got: “Tirkiye bi salan e biryarên DMMEyê îhlal dike

Li Tirkiyeyê ji ber zagon rê li pêşiya mafê hêviyê digire, di serî de Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 4 hezar girtiyên siyasî nayên berdan. Ku zagon bên guhertin û mafê hêviyê bê parastin, dê li Tirkiyeyê zêdeyî 4 hezar girtiyên siyasî serbest bêne berdan. Her çend hiqûqnas, parazvanên mafên miorovan û malbatên girtiyan serî li rayedaran didin jî girtiyên siyasî nikarin ji mafê hêviyê sûdê bigirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di 2014an de ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê bigire der barê Tirkiyeyê de biryar da ku zagonan biguherîne. Lê 10 sal borî hîna Tirkiye di zagonan de tu guhertin çênekirine. Di Îlonê de Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe de li ser mafê heviyê, ji bo Tirkiye gavên şênber bavêje salek wext da Tirkiyeyê.

Sekretera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ebrû Akkal li ser helwesta Tirkiyeyê û wiha got: “Ji bo Tirkiye biryarên DMMEyê pêk bîne hin prosudur hene. Piştî rewşa Birêz Ocalan mafê hêviyê ket rojevê. Li ser mafê heviyê parêzeran û kesan serlêdan kirin. Lê li vir pirsgirêka esasî li Tirkiyeyê zagon li pêş mafê hêviyê asteng in. Divê Tirkiye zagonên xwe biguherine. Lê Tirkiye biryarên DMMEyê pêk nîne. Ev pêvajoya şopandinê bi salan e didome. Ji ber ku Tirkiyeyê zagon neguhertine, Birêz Ocalan jî di navde bi hezaran girtî ji vî mafê nikarin sûdê bigirin.”

Prz. Ebrû Akkal, li ser sekna Tirkiyeyê ku heta niha gav neavêtiye jî rawestiya û wiha got: “Tirkiye ji bo girtî ji mafên heviyê sûdê bigirin heta niha tu gav neavêtiye. Komîteya Wezîran di civînên xwe de ev maf anîn rojevê. Ji Tirkiye xwest ku gavan bavêje. Lê em dibînin ku Tirkiye ji bo gavan bavêje tu plan nedane pêş xwe. Dema em li niqaşên 2 mehên dawî jî binerin, em nikarin bibêjin Tirkiye av avêtiye. 2 mehên dawî bêtir li ser niqaşên siyasî pêş dikeve. Dema em li pêvajoya 2 meh berê jî binerin, nûnerên Tirkiyeyê aşkere digotin dê gavan navêjin. Nûnerên Tirkiyeyê diparêze ku mafê heviyê tune ye. Lê li Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji ber van zagonan nikarin ji mafên hêviyê sûdê bigirin. Em difikirn ku ji ber sedemên polîtîk di van mijaran de gavan navêjin. Dema biryarên polîtîk li ser mafên mirovan bandor dike, em dibînin ku wekî  van biryanên DMMEyê tên astengkirin. Biryarên siyasî dibe sedem ku heta asta îşkenceyê binpêkirinên mafan zêde dibin.”

Prz. Ebrû Akkal, ji bo parastina mafê hêviyê jî wiha axivî: “Dema em li biryarên ku Lijneya Wezîran girtiye û sekna Tirkiyeyê ya li hemberî van biryaran dinerin, tenê bi biryareke dadgehe ve ne giredayî ye. Ev hemû pêvajo, hem pêvajoyên darazê û hem pêvajoyên siyasî eleqeder dikin. Li aliyê din Lijneya Wezîran jî rêxistineke siyasî ye. Dema em serî li Lijneya Wezîran didin, ji bo zagon bên guhertin û gav bên avêtin; divê di aliyê civakê de û hemû beşên civakê, di vê mijarê de, ji kesên muxatab daxwazan bike û ji bo vî mafî bertekên xwe bînin ziman. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî vê helwesta  Tirkiyeyê rexne û teşîr bikin.”

Prz. Ebrû Akkal, da zanîn ku hindik be jî hin wekîlên DEM Partî û CHPê dem bi dem pêşniyarnameyên guhertina zagonan hene û wiha pêde çû: “An van pêşniyaran naxin rojeva komîsyonê an jî heta dawî li komîsyonê didin rawestandin. Bêyî van pêşniyaran bînin lijneya gişti ya meclisê betal dikin. Divê berî her tiştî meclis guhertinên zagonan bîne rojevê û ji bo guhertinê bi israr li ser raweste. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan jî bi heman rengî hemû kesên li dijî îşkenceyê û hemû kesên li dijî binpêkirina mafên mirovan divê helwestek xurt û zelal nîşan bidin. Divê diyar bikin ku ev ne mijarek tekakesî ye û hemû civakê eleqeder dike.

Prz. Ebrû Akkal li ser kesên ku ji vî mafî sûdê bigirin jî rawestiya û wiha pêde çû: “Di vê mijarê de daneyek zelal di destê me de tune. Demek dirêj e di vê mijarê de em jî serlêdan dikin. Lê rayedar di vê mijarê de ji bo agahiyê bidin ji me direvin. Li gorî texmînên me zêdeyî 4 hezar girtiyên ku pêwiste ji ber mafê hêviyê bêne berdan  hene.

Ebrû Akkal helwesta Lijneya Wezîran a li hemberî Tirkiyeyê jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Bi salan e Tirkiye vê biryara DMMEyê îhlal dike. Tirkiye endamê Konseya Ewropa ye. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Lê 9 sal in Tirkiye tu gav neavêtiye. Heta niha li dijî Tirkiye çi kiriye, tiştek şênber tune ye. Em ji vê yekê jî fam dikin ku dixwazin biryarê li pêvajoyê belav bikin.”