10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran kobaniyî li dijî dagirkeriyê dimeşin

Li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kobanê û tevahiya herêmê, bi deh hezaran şêniyên Kobanê meşiyan.

Bi deh hezaran şêniyên kantona Firatê li Qada Jina Azad a Kobanê hatin gel hev û bi meşekê êrîş û metirsiyên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kobanê û tevahiya herêmê şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî berxwedan HSDê’ û ‘Bimire faşîzm’ hatin berzkirin. Herwiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, yên şehîdan û alên HSDê hatin hildan.

Meş li Qada Şehîd Egîd sekinî. Li wir hevserokê Meclisa TEV-DEMˈê ya kantona Firatê Enwer Muslim axivî. Muslim diyar kir ku bi êrîşa çeteyên Dewleta Tirk a dagirker û ketina rejîma Baasê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Muslim anî ziman ku divê hêzên Koalîsyona Navneteweyî zêdetir erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Enwer Muslim diyar kir ku peymana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku di Sûriyeyeke demokratîk de bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em beşeke sereke ya Sûriyeyê ne. Divê Sûriyeyeke demokratîk were avakirin. Em daxuyaniyên rayederên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê erênî dibînin ku dibêjin kurd beşeke esasî ya Sûriyeyê ne. Lê divê ev yek li ser erdê pratîk bibe. Divê êrîşên li dijî me têne kirin werin rawestandin û Koalîsyona Navneteweyî erka xwe bi cih bîne.”

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana HSDê bi dawî bû.