10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Akin Birdal: Bi rabûna tecrîdê dê aştî pêk were

Serokê Rumetê yê ÎHDê Akin Birdal got: “Komên partiyên siyasî çawa li dijî politikaya qeyûm bûn yek divê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bibin yek. Dema ku tecrîd bi dawî bibe dê aştî û edalet jî pêk were.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd berdewam dikin. Desthilata AKP-MHPê ku ji aliyekî ve qala çareseriyê dike ji aliyê din ve jî polîtikayên tecrîd û şer berdewam dike. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran ên tecridê de li Girava Îmraliyê ragirtiye di 23yê Cotmehê de bi biraziyê xwe parlameterê DEM Partiyê Omer Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin kir û got: “Tecrîd didome û heke şert û merc bên amadekirin ez xwedî hêzim ku pirsgirêkê ji zemîna şer derbasî zemina hiqûq û siyasetê bikim”.

Rêwşenbîr û nivîskaran jî li Stenbolê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratik bê çareserkirin û aştiyek pêk bê, daxuyanî dan û îmze kom kirin. Yek ji kesên metna aştiyê îmze kir jî Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal e. Akin Birdal tekildarî pêvajoya li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji Ajansa Welat re axivî.

Akin Birdal di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser demokrasiyê û wiha got: “Piştî silavdayîna Devlet Bahçelî ya di 1ê Cotmehê de parlamenterê Rihayê Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê çi qewimî? Roja din jî 3 meh cezayê dîsîplînê dan birêz Ocalan, çend roj şûnde 6 meh cezayê dîsîplînê lê birîn. Tecrîd israra neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Vekirina deriyê tecrîdê li demokrasî û aştiyê wê hêviyên civakê pêk bîne. Ew ê ne tenê ji bo daxwazên mafparêz, aştîxwaz û gelê kurd e. Di heman demê de ji bo pirsgirêkên kar, nan û birçîbûna mirovên ku xwe ji vana dûr xistine jî çareseriyekê tîne. Ji ber ku li welatekî demokrasî hebe aştî heye, demokrasî hebe edalet heye. Heke edalet hebe xwarin û nan jî heye. Di vê çarçoveyê de pir girîng e.”

Banga aştiyê

Akin Birdal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê kelecanek ava kir. Mase hat danîn, diyalog û muzakere, ku em hemû girîngiyeke mezin didinê pêk hat. Lê piştrê çi qewimî? Ew pêvajo qut bû. Şaxa me ya ÎHDa Amedê rapora binpêkirina mafên mirovan a 9 salan di van 9 salên 2015-2024an de weşand. Çend kesan jiyana xwe ji dest dan, çend kes birîndar bûn, çend kes ji azadiya xwe bêpar man? Rapora Mafên Mirovan weşand. Lê dibe ku ev tişt neqewibûna. Salên 2013-2015an hinekî girtî bû. Li gorî min divê ev pêvajo vekirî û civakî bû na. Di vê çarçoveyê de di nava rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û parêzvanên mafên Tirkiyeyê yên ku li Stenbolê hatin cem hev û ev bang kirin. Dibe ku di nava me de nakokî hebin. Lê tiştek heye ku me hevpar dike; Hesreta aştiyê, hesreta edaletê, hesreta demokrasiyê û hesreta jiyana bi hev re wekhev û azad heye.”

‘Aştî ne pêdivî ye, mecbûrî ye’

Di berdewama axaftina xwe de Akin Birdal anî ziman ku ji bo pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin divê deriyên Îmraliyê bên vêkirin û wiha pê dê çû: “Beriya her tiştî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re diyalogek pêk were. Peyama ku Abdullah Ocalan herî dawî bi rêya Omer Ocalan da pir girîng bû. Wî got ku ew ê zemîna şer bîne ser zemîna hiqûq û siyasetê û ew di warê teorîk û pratîkî de jî xwedî hez e ku pirsgirêkê çareser bike. Wê demê divê ev derfet bê dayîn. Ya duyemîn jî, divê hemû qedexeyên li dijî azadiya raman û derbirînê, bi taybetî yasaya li dijî terorê bên rakirin. Ji ber ku heke em ê îro û paşerojê ava bikin, divê em paşerojê bipirsin. Û divê em karibin bêxem û tirs binivîsin û biaxivin. Dema ku raya giştî mafê çapemenî û ragihandina azad bi kar tîne hûn rastî çi pirsgirêk û zextan tên? Divê ev bêtirs û fikar bên nivîsandin û gotin. Sêyem; Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Yanî efûyeke giştî bêcudahî, ji xeynî kesên sûcê mirovahiyê kirine, ji bo aştiya civakî pir girîng e û her roj bibe roja mafên mirovan, her roj bibe roja aştiyê. Aştî ne pêdivî ye, mecbûrî ye. Divê em hemû bi hev re nexşerêyekê çêkin û bizanibin ku em ê îro û sibê çi bikin, wê bi civakî bikin. Binêrin, karkerên Palonezê 152 roj in li ber xwe didin û dest bi greva birçîbûnê kirine. Pirsgirêka van karker û kedkar û kedkarên din ên hemû bi aştî, demokrasiyê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê ez ji vir banga wekheviyê li çîna karkerên Tirkiyeyê dikim ku tevli vê banga aştî, civakîbûna aştiyê û çareseriya demokratîk, aştiyane ya pirsgirêka kurd bibin. Bila hêza xwe ya ji hilberînê li vê pêvajoyê zêde bikin.”

 ‘Divê hemû partî li dijî tecride rabin’

Akin Birdal di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo aştî pêk were tecrîd bê rakirin hemû pêkhate û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê rabin ser pêyan û wiha bi dawî kir: “10 partî beyî ku li Meclisê koma wan hebe li dijî qeyûm derketin. Koma partiyên siyasî ku li dijî politikaya qeyûm û ji bo demokrasiyê tên cem hev; divê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî werin cem hev û têxin rojeva meclisê. Divê ji bo vê qanûn demildest bê sazkirin. Ji ber ku tecrîd li dijî hiqûqe ye, sûc e. Ez li vir bang li hemû partiyan dikim ku ev sal bibe sala ku tecrîd bi dawî bû ye, aştî û edalet pêkhatiyê ye.”