10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Leyla Qehreman: Rêya çareseriya rewşa Sûriyeyê diyalog e

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman der barê rewşa Sûriyeyê de got ku pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn.

Di nav tevliheviya Sûriyeyê de HTŞ û OSOyê li dijî Helebê êrîş dan destpêkirin. Di 8ê Kanûnê de Rejîma Esad têk çû. Niha li gelemperiya Sûriyeyê nediyariyeke heye.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman têkildarê mijarê de axivî.

Leyla Qehreman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êşên ku gelên Sûriyeyê ev bi salane dikşînin û wiha got: “Ger ku em dîroka Sûriyeyê binirxînin, salên dirêj ên zehmet di ser gel û pêkhateyên Sûriyeyê de derbas bûn. Tu rengê jiyana siyasî, demokrasî û azadiyê dernediket pêş, tundiyek pir hişk dihat meşandin. Ji ber vê yekê, di sala 2011an de serhildan derketin pêş.”

Leyla Qehreman bal kişand ser girîngiya pejirandina rêya diyalogê û ev tişt anî ziman: “Ji roja yekem ve du rê li pêşiya rejîma Sûriyeyê hebûn. Rêyek diyalog û rêyek jî tundî bû lê wî rêya tundiyê bijart. Ger ku rêya diyalogê hilbijarta wê Sûriyeyê ewqas tiştên xirab nedîta.”

Leyla Qehreman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Meclisa me ya Sûriyeya Demokratîk her dem destnîşan dike ku diyalog zimanek pir girîng e. Bi taybetî jî di pêvajoya Sûriyeyê de. Lewma jî ji bo avakirina Sûriyeya nû ya piştî Esad ku hemû rengên pêkhateyan di vê Sûriyeyê de hebe, pêwîstî bi hemû nasnameyên di Sûriyeyê de heye. Divê cihê xwe bigrin ji bo ku weke salên din nebe û pêvajoyên berê dubare nebe, careke din fatûreya wê ji gelê kurd re nemîne, pêwîst e ji yek alî dûrketin çêbibe. Pêwîst e hemû reng li ser maseya çareseriya siyasî li hev rûnên. Ji ber ku di pêvajoya 14 salan de gelê Sûriyeyê gelek zirar dît. Rewşa ku îro Sûriye gihîştiyê, di asta yekem de sûcê rejîma Sûriyeyê û ya din jî Dewleta Tirk a dagirker e. Ji bo wê jî ji îro pê de gerek biryara Sûriyeya nû ya gelê Sûriyeyê bi xwe be.”

Leyla Qehreman anî ziman ku li pêşiya wan xetereyên pir mezin hene û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Di vî alî de parastin xurtir be, di heman demê de divê rêyên çareseriyê hîn zêdetir vekirî bin. Banga me ew e ku hemû hêzên demokratîk dikarin careke din li hev kom bibin ji bo ku nexşeriyek ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê derxin. Hebûna Sûriyeyê bi hemû pêkhate, rengên Sûriyeyê, kesayet û rêxistinên demokratîk dikare bê avakirin. ”