Li Fransayê, piştî ku hikûmeta Michel Barnier ku nekarî dengê pêbaweriyê di 4ê Kanûnê de werbigire û ket, serokkomar Emmanuel Macron ji bo serokwezîrtiya Fransayê François Bayrou tayîn kir. Piştî civîna 2 saetan a li Qesra Eylseeyê biryara Macron hat ragihandin.
Desteya Wezîran a Bayrou wê rojên bê, were aşkerekirin. Lê belê hîn nediyar e ku parlamenter dengê erê bidin hikûmeta nû yan na. Parlamenta heyî bi sê blokên cuda parçe bûye.