10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî êrîşên li ser Rojava li Amedê daxuyanî hat dayîn

Der barê êrîşên ku li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin li Amedê daxuyanî hat dayin û ev bang hat kirin: “Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li modêla jiyana demokratîk û azad derkevin.” 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê daxuyaniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat hilgirtin.

Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bal kişand ser hilweşîna rejîma Baasê û wiha got: “Şerê navxweyî yê Sûriyeyê derbasî qonaxeke din bû. Ji 8ê Kanûnê ve dawî li rêveberiya daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelên Sûriye û Rojava red dikir hat. Bi vê yekê re ji bo pêşerojeke demokratîk a Sûriye û Rojava firsendek afirî. Ji bo çareseriyeke bi guftûgoyan firseneke dîrokî çêbû. Di serdemeke wiha de êrîşên ser Rojava didomin. Bi taybet jî ji 27ê Mijdarê ve Rojava hedef tê girtin. Ev jî krîza Sûriyeyê kûrtir dike. Bi hilweşîna rejîma Baasê re Sûriye derbasî qonaxeke nû bû û di serdemeke wiha de hedefgirtina Rojava nayê qebûlkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modêla jiyaneke demokratîk ketiye meriyetê. Bi van êrîşan, ruhê enternasyonalîst ê li dijî kodên netewe dewletê, modêla jiyana demokratîk û şoreşa jinan armanc dikin. Hedefgirtina Rojava ne tenê li ser pêşeroja gelê kurd lê ji bo hemû gelan xetere ye. Ji ber ku modêla jiyanê ya li Rojava, yekane çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn e. Em ê bi awayekî herî xurt xwedî li Rojava derkevin û wê biparêzin. Dê têkoşîna me bidome.

Hedefgirtina Rojava, hedefgirtina daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan e. Dijderketina li hemberî van êrîşan, erk û berpirsyartiyeke me ya dîrokî ye. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên ser Rojava bêdeng nemînin û deng bidin têkoşîna azadiyê. Li dijî barbariya DAIŞ’ê, em banga xwedîderketina li Rojava li her kesî dikin. Bêdengiya li hemberî van êrîşan, zemîna komkujî û sûcên şer amade dike. Lewma jî banga me ji bo her kesî ye; em têkoşîn û xeta berxwedanê di her qada jiyanê de mezin bikin û xwedî li modêla jiyana demokratîk û azad derkevin.”

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.