Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên nû li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîne. Balafiran noqteyeke li çiyayê Qasiyon û balafirgeha leşkerî ya Mezayê yên li Şamê bombebaran kirin.
SOHRê aşkere kir ku dengên teqînên xurt hatin bihîstin, hemwextî wê dûman ji cihên hatine hedefgirtin bilind bû. Lê tu agahiyên li ser windahiyên canî nehatin parvekirin.
SOHRê diyar kir ku ji destpêka îsal ve Îsraîlê 150 carî êrîşên hewayî û 26 êrîşên bejahî, bi giştî 176 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye. Di encama wan êrîşan de 321 armanc hatin wêrankirin. Depoyên çekan, cebilxane, baregeh û navendên alavan bûn hedef. Li kêleka wê jî 416 leşker hatin kuştin û 286 jî birîndar bûn.