Li Wan û Tetwanê îro di vê serê sibê de polîsên Dewleta Tirk bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Li Wanê hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê berê Harûn Okay û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê û hevserokê Konseya Bajêr a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan hatin binçavkirin.
Li Tetwanê jî welatiyê bi navê Mûstafa Doner li mala xwe hat binçavkirin. Hat hînbûn ku ev 3 kes, di çarçoveya dosyaya şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê hatiye girtin û qeyûm tayînî cihê wî hatiye kirin de hatine binçavkirin.
Her wiha hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Wanê.