12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaya Kallas: Em di serdemeke dîrokî de ne

Wezîra Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê Kaya Kallas bang li sûriyeyiyan kir û got: “Nehêlin senaryoyên metirsîdar ên li Iraq, Lîbya û Afganistanê dubare bibin.”

Wezîra Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê Kaya Kallas der barê pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Beşar Esed de hişyarî da û bang li sûriyeyiyan kir ku xwe ji ‘senaryoyên tirsnak’ ên wekî yên li Iraq, Lîbya û Afganistanê dûr bixin.

Wezîra Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaya Kallas di civîna parlamentoya yekitiyê ya li Brukselê de axivî û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Divê em azadiya gelê Sûriyeyê pîroz bikin.”

Kaya Kallas diyar kir ku ev guhertin di heman demê de kêşeyeke mezin ji bo Sûriye û herêmê ye û got: “Têkildarî pêkanînên tundiyê yên komên olî, vegera tundrawiyê û valahiya siyasî, fikarin mezin hene.”

Kaya Kallas bang li sûriyeyiyan jî kir û got: “Nehêlin senaryoyên metirsîdar ên li Iraq, Lîbya û Afganistanê dubare bibin.”

Her wiha Kaya Kallas banga parastina mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, parastina yekitiya Sûriyeyê û rêzgirtina li xweserî û serdestiya wê kir.