Nûra Kurt a ku di sala 2007an de bi du keçên xwe re tev li refên PKKê bû. Nûra Kurt a ku piştî du salan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Mexmûrê bi cih bû, di sala 2014’an de ji bo dermankirinê çû Almanyayê. Nûra Kurt a ku 10 sal bi teşhîsa têkçûna gurçikê dihat dermankirin, di 4ê Kanûna 2024an de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Nûra Kurt ya ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû anîn navçeya Wêranşar ya Rihayê. Polîsan dema ku cenaze hat Wêranşarê dora cenaze dorpêç kirin û nehiştin ku kes li hev kom bibin.
Her wiha polîsan nehişt wecîbeyên olî werin kirin û tenê destûr dan ku tenê 5 endamên malbatê tev li binaxkirina Nûra Kurt bibin.
Polîsan destûr neda ku merasîma sersaxiyê ya ji bo Nura Kurt li mala sersaxiyê ya Navçeya Wêranşar a navçeya Şirnexê bê lidarxistin. Malbatên ku piştî definkirinê di bin dorpêçê de çûn mala sersaxiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan mala sersaxiyê dorpêç kirin û ji malbatê re gotin ku dê destûr nayê dayîn ku kes bê sersaxiyê. Li ser vê yekê malbatê xwest li mala xwe sersaxiyan qebûl bike, lê polîs zext li malbatê dikin ku sersaxî neyê dayîn.