12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vê carê planên wan bi ser nakevin

Dibêjin ku bila hêzên çekdar vekişin lê gel bimîne. Bila hêza parastinê tune be lê bila jin û zarok bimînin. Heke çekên we tune bin, hûn xwişk û birayên me ne. Heke çekên we hebin, hûn dijminê me ne, heke tune bin cihê we li ser serê me ye. Bi salan e Dewleta Tirk heman tiştî dibêje.

Çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de bangewazî li HSDê û hêzên kurd kirine. Bi kurtasî wiha dibêjin: “Em li dijî Esad şer dikin… Em fersendekê didin we, tevî çekên xwe ji Helebê derkevin û derbasî herêmên xweser bibin… Em kurdan wekî perçeyekî ji Sûriyeyê dibînin. Kurd jî xwedî heman mafên wekhev in… Parastina we û pêkanîna mafê jiyaneke birûmet peywira me ye…”

Hê di ser van gotinan de demek dirêj neborî nûçe û dîmenên ku çete êrîşî sivîlan dikin belav bûn. Dev ji parastinê berdin, riya otobûsên ku hewl didan sivîlan veguhezînin heremên ewle girtin. Gel bi derfetên xwe dev ji cih û warê xwe berda. Gelê Efrînê ku carekê ji cihê xwe bûyî careke din kete ser riyan û koçber bû. Mirov ji bo ku nekevin destên çeteyan dawî li jiyana xwe tînin.

Di van demên dawî de du nûçeyan gelek bala min kişand. Yek jê nûçeya li ser Evdirehman Xelîl Murşîd bû. Murşîd yek ji avakerê Partiya Tifaqa Demokratîk û Neteweyî ya Sûriyeyê bû. Murşîd ji ber dagirkirina Efrînê derbasî Şehbayê bûbû û têkoşîna xwe li wir didomand. Dema ku çete di 2yê Kanûnê de êrîşî Şehbayê dikin heta dawî di xeta parastinê de cih digire. Heta dawiyê li ber xwe dide. Piştre dibêje cihê ku ez ê radest bibim ez ê dawî li jiyana xwe bînim. Û xwe feda dike. Nûçeyeke din jî di derbarê kesên ku derbasî herêmên xweser dibin de bû. Gel tiştên xwe li traktoran bar dikir. Di maşîneyekê de zarokekî biçûk, qey sê salî hebû, serê xwe di şibakê de derxistibû û bi tiliyên xwe remza serkeftinê nîşan dida. Di ewqas şert û mercên zehmet de zarokekî biçûk tiliyên xwe radike. Ev jî nîşan dide ku gelê kurd çiqas birêxistin bûye, çiqas ji xwe bawer e.

Em bên ser mijara bangewaziya çeteyan. Dibêjin ku bila hêzên çekdar vekişin lê gel bimîne. Bila hêza parastinê tune be lê bila jin û zarok bimînin. Heke çekên we hebin hûn hevalê Amerîka û Îsraîlê ne, kafir in. Heke çekên we tune bin, hûn xwişk û birayên me ne. Heke çekên we hebin, hûn dijminê me ne, heke tune bin cihê we li ser serê me ye. Ev bangewazî ne xerîb e. Bi salan e Dewleta Tirk jî heman tiştî dibêje. Dewlet Bahçelî, berî ku çete bangewazî bikin di meclîsa Tirkiyeyê de heman tişt anî zimên. Got ku “Kurd xwişk û birayên me ne, lê divê nebêjin em kurd in.” Çete jî heman tiştan dibêjin. Jixwe xwedî çi bibêje xulam jî heman tiştî dibêje. Xuya ye Tirkiyeyê ew baş hînî siyaseta xwe kirine. Rê û rêbaza ku ew dişopînin, fêrî çeteyan jî kirine.

Helbet dibe ku çete bangewazî bikin, dibe behsa gelek tiştên xweş jî bikin. Lê ew çi bibêjin jî rastiya wan li holê ye. Ew kurdên birêxistin naxwazin. Dixwazin kurd di bin serweriya wan bin, ew çi bibêjin kurd li gor wan biçin. Kurdên biçek, tê wateya kurdên biîrade. Ew jî vê naxwazin. Dema ku çeka kurdan hebe, nikarin kurdan bişêlihînin, nikarin dest deynin ser keç û xortên wan, nikarin miameleya koleyan li wan bikin. Lewma dibêjin bila yên çekdar biçin ên din bimînin. Siyaseta qirêj dimeşînin. Tirkiye jî nabêje ez li dijî hemû kurdan im. Dibêje ez li dijî ‘kurdên terorîst’ im. Di çavê dewletên dagirker de kurdên ku mafên xwe dixwazin, dixwazin wekî xwe bijîn ‘terorîst’ in. Çete jî heman tiştî dibêjin.

Çeteyan li gor xwe hinek plan çêkirine. Aqilmendê wan Dewleta Tirk û Erdogan e. Erdogan berê DAIŞê da Kobanê, xwest Kobanê dagir bike, lê nebû. Kobanê neket lê desthilata Erdogan ji wê rojê heta niha di nav qeyranê de ye. Dijberiya kurdan Dewleta Tirk xistiye nav qeyranê. Ji ber ku Kobanê neket, Erdogan her tim li pey tolhilanînê ye. Niha jî berê çeteyan careke din da herêmên xweser. Ji Şehba û Til Rifatê bi deh hezaran kes tên veguhestin. Rêveberiya Xweser û HSDê ji bo zirar negihije sivîlan hêza xwe dan veguhestina sivîlan. Dibe ku ji bo Dewleta Tirk û çeteyan sivîl ne girîng bin lê ji bo rêveberiya xweser tişta herî girîng saxiya sivîlan e. Di fîlmekî de bûyerek derbas dibû. Sivîl ji bo şer dibûn bargiranî. Fermandar biryar dida ku sivîlan veguhezin cihê ewle. Fermandarekî jî gilî û gazinc dikir ku parastina sivîlan hêza wan biçûk dike û nikarin şer bikin. Lê Fermandarê giştî digot: “Heke sivîl tune bin tu wateya şerê me tune.” Rêveberiya xweser jî bi vê felsefeyê tevdigere û tevdîran digire.

Xetereya li ser gel hê jî didome. Herî dawî niştecihên taxa Şêx Maqsud û Eşrefiyeyê biryar dan ku ew ê heta dawiyê xwe biparêzin. Rêveberiya xweser jî hewl dide korîdorekê di navbera Heleb û herêmên xweser de veke. Kurdan û dostên wan ji bûyerên berê gelek tecrube girtin. Lewma bi baldarî tevdigerin. Wisa xuya dike ku li gor rêza tiştên girîng û girîngtir tevdigerin. Dibe ku hinek bibêjin nikarin şer bikin. Lê di rastiyê de mesele ne şerkirin e. Mesele şerkirineke çawa ye. HSD û rêveberiya xweser di her daxuyaniyên xwe de hem bangewaziya diyalogê kirin hem jî anîn zimên ku di her şert û mercî de ew ê gel biparêzin. Planên çeteyan wekî berê nagihijin encamê.

Tiştekî din ê ku bala min kişand jî daxuyaniyên hatin dayîn bûn. Dezgeh û saziyên rêveberiya xweser bi awayekî koordîne daxuyanî dan. Bêyî ku hevdû vala derbixin, di her mijarê de muxatabên wê daxuyanî û bangewazî kirin. Ev jî nîşan dide ku rêveberiya xweser gihiştiye astekê. Helbet xeterî mezin e. Wisa xuya dike ku şer ê gurtir bibe. Lê rewşa niha ne wekî berê ye. Dibe ku hişmendî û armanc neguherî be lê pozîsyona aktoran ne wekî berê ye. Hêzên ku berî niha têk çûn ê carek din têk biçin.