Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan û hat gotin ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Amed
Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Odeya Bijîşkan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan çalakiya hevpar li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Sarayê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Aştî, bi mafên mirovan pêkan e” hat hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Na ji şer re aştî ya niha” û “Jin Jiyan Azadî”hatin berzkirin.
Daxuyaniya hevpar, ji hêla Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Omer Saman ve hat xwendin. Saman, bal kişand ser êrîşên ser Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ji bo gel, bawerî û tevahiya derdorên civakî yên Sûriyeyê beşdarî pêvajoya çareserî û muzakereyan a îxtîmal bibin, hewceye civaka navneteweyî, Tirkiye û hemû aktor li hemberî Rojava xwedî helwesteke aştiyane bin. Civaka navneteweyî ku armanca wê ya esasî aştî û ewlehiya seranserî cîhanê ye, careke din divê ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan û wêraniyê, ji bo pêşîlêgirtina şer û pevçûnan bi erka xwe rabin.”
Bi domdarî Saman binpêkirinên li welêt rêz kir û wiha bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan: “Yek ji binpêkirina girîng a li girtîgehan jî, di serî de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, sepana tecrîdê ya di meriyetê de ye. Sepanên li girtîgehan ên ji bo şexsan bi taybet di meriyetê de, li dijî feraseta mafên mirovan e. Tecrîd û îzolasyon, binpêkirina peymanên neteweyî û navneteweyî ye û divê tavilê ev sepanên ne qanûnî bên bidawîkirin. Bi sala ye li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin, tecrîdeke girankirî heye. Piştî tecrîdeke domdirêj, di 23yê Cotmeha 2024an de hevdîtinek hat kirin. Divê sepanên tecrîdê û hemû astengiyên li pêşiya mafên Abdullah Ocalan bi temamî bên rakirin û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd, muzakere bên destpêkirin. Di heman demê de divê astengiyên li pêşiya hevdîtina bi parêzer û malbatan a bi girtî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin jî bên rakirin.
Weke encam; em bang li Tirkiyeyê ya aliyeke Beyannameya Gerdunî ya NYê ye dikin ku di her şert û mercan de, bêyî cihêkariyê di navbera ziman, ol, nîjad, netew, zayend, etnîk û çandan de bike, berpirsyartiyên xwe yên peymanê bi cih bîne. Em careke din dibêjin ku mafê jiyanê pîroz e û hêviya jiyaneke hêjayî rûmeta mirovahiyê û azad dikin.”
Riha
Navenda Mafên Mirovan a Rihayê, şaxên OHD û ÎHD’ê jî bi heman boneyê li pêşiya Baroya Rihayê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bal kişand ser êrîşên ser Rojava û banga “Pêşî li van komkujiyan bigirin” kir.
Bi heman boneyê li Dêrsim, Êlih, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Mêrdîn û gelek bajarên din jî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de binpêkirinên li girtîgehan, tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û binpêkirinên din ên mafan hatin protestokirin. Di heman demê de êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û divê bi rêyên aştiyane û demokrasiyê were çareserkirin.”