Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Suzan Akîpa ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.