Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku rojane rapora binpêkirina mafan û êrîşên Tirkiye yên li dijî Sûriyeyê tomar dike; destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji destpêka 2024an heta niha 195 caran bi balafirên şer û SÎHAyan êrîşî qada Rêveberiya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û encamê de 74 kes kuştine û 75 kes birîndar kirine. SOHRê di raporên xwe de destnîşan dike ku Tirkiyeyê heta niha bi balafirên bêmirov ên bi çek 195 caran êrîşên hewayî pêk anîne. Di van êrîşan ji 74 kesan 6 zarok û 3 kes zarok in. Dîsa di encama van êrîşan de 75 sivîl birîndar bûne.
Di rojên dawî de êrîş û şer giran dibe
Di rojên dawî de şer li herêmê giran dibe û êrîşên SÎHAyan zêde dibe. Herî dawî li Haseke balafirên şer ên bêmirov (SÎHA) li çoltara Ebu Rasîn li Gundê Tel Harmalê kesek sivîl kuşt û 2 kes jî birîndar kirin. Tirkiyeyê li dijî gundê Ebu Rasinê dest bi êrîşên top û hawanan kiriye. Li Çoltara Rojhilatê Minbiçê li gundên Tokhar, Awn Dadat, Arab Hasan û El-Arimahê di navbera komên Konseya Leşkerî ya Minbicê û komên cuda yên bi navê “Şefeqa Azadiyê” şer zêde dibe.
SÎHAyan di 8ê Kanûnê de li çoltara navçeya Eyn Îsayê 15 kes kuştin. Dîsa li ser pira Karqozoqê ya Kobanê SÎHAyan 3 kes kuştin.
Tirkiyeyê bi êrîşên SÎHA bi giştî 21 sivîl kuştin.