Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê (DAIŞ) di sala 2006an de xwe bi rexistin kir. Lê bingeha wê heta beriya salên 2000î jî dirêj dibe. DAIŞê di pêşengiya Ebu Bekir El Bagdadî de xwe bi rêxistin kir û li Iraq û Sûriyeyê belav bû. Di nîsana 2013an de Serokê milê Iraqê yê El Qaîdeyê Ebu Bekir El Bagdadî diyar kir ku bi Eniya El Nusra re bûne yek û navê DAIŞê li xwe kirine.
DAIŞ di Çileya 2014an de ketin nava tevgerê û di çile de bajarê Felluce yê Iraqê dagir kirin. Piştre li Ramadî şer kirin û gelek tax bi dest xistin. Li Sûriyeyê jî bajarê Rakka bi dest xistin û Reqqa ji bo xwe navend îlan kirin. Wekî Paytextê Xelîfetiya xwe îlan kirin. Di Sibata 2014an de Serokê El Qeîde Eymen El Zevahirî DAIŞ xist kontrola xwe. Di Hezîrana 2014an de DAIŞê êrîşên xwe mezin kirin û ketin Mûsilê. Artêşa Dewleta Iraqê li dijî DAIŞê li ber xwe neda û Mûsil teslîmî DAIŞê kir. DAIŞê di nava 6 rojan de Mûsil dagir kir û derbasî Tikritê bû.
DAIŞê xwe nêzî Bexdayê kir û hin taxên Bexdayê bi dest xistin.
Di Tîrmeha 2014an de Serokê DAIŞê Ebû Bekîr El Bagdadî derket pêşberî raya giştî û li Mizgefta El Nurî ya Mûsilê ku mizgefta dîrokî ye xutbe xwend. DAIŞê piştî wê berê xwe da Şengalê. Di 3ê Tebaxa 2014an de ketin Şengalê. Li ser peymana Bexda, Hewler û Enqereyê pêşmergeyan bi fermana Malbata Barzanî Şengal teslimi DAIŞê kir. Ewil herêma Sîncarê dagir kir. Piştre ketin Şengalê. Li Şengalê komkujî pêk anîn. Bi hezaran jinên êzidî revandin û dest dirêjî jinan kirin. Komkujiyek mezin pêş xistin. Piştî ku YPG, HPG bi hawara civaka Şengalê çûn, bi hezaran kesên ji civaka êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞê piştî li Şengalê komkujî pêk anî, di 15ê Îlona 2014an de ketin Kobanê.
Bi taybetî piştî di 19ê Tîrmeha 2012an de li Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê şoreşa gelan pêş ket, bû hedefa hêzên navdewletî. DAIŞ a ku hêza xwe ji Tirkiye Katar û welatên cîhanê digirt jî li ser plana dewletan berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwest Kobonê dagir bikin. Di 15ê Îlona 2014an de li dijî Kobanê dest bi êrîşan kir û piştî şerê 134an şervanên kurd ên YPG, YPJê di 26ê Çileya 2015an de Kobonê ji destê DAIŞê rizgar kir.
Piştî DAIŞ li Kobanê têk çû êdî li gelek bajar û navçeyen din jî têk çû. Şervanên kurd ên YPG, YPJ û HSDê li gelek bajaran DAIŞ tek bir û bajar ji DAIŞê paqij kir.
HSDê di 17ê Cotmeha 2017an de piştî şerekî dijwar paytextê DAIŞê Reqqa ji destê DAIŞê rizgar kir.
HSDê di Adara 2019an de jî di operasyona Bahozê de axa dawî ji destê DAIŞê rizgar kir bi awayekî fizîkî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞe paqij kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 23ê Adara 2019an de li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê piştî şerê dijwar dawî li DAIŞê anî. Şerê Baxozê bû şerê dawî yê li dijî DAIŞê û DAIŞ bi awayekî fizîkî tune bû.
Berxwedana ku HSDê li dijî rêxistina DAIŞê raber kir, tevahî cîhan mat kir. Nexasim berxwedana li Baxozê, şerekî pir dijwar bû. DAIŞê hemû hêza xwe di vî şerî de seferber kir. Lê di encamê de têk çû. Girîngiya şerê Baxozê jî ji vê tê, xeleka dawîn a şerê tunekirina DAIŞ`ê bû.
Lê her çend DAIŞ bi awayekî fizîkî têk çû jî, ji ber hêzên navdewletî li Idlıb, El Bab, Ezaz û Efrînê dîsa hêzên çekdar bi rêxistin kirin û navekî din li xwe kirin, wekî berdewama DAIŞê ango cewiyê DAIŞê El Nusra û Heyet Tehrîr El Şam îro dîsa xwe nû kirin û derketin pêşberî gelê Rojhilata Navîn. DAIŞê ku 10 sal berê êrîşî Şengal û Musilê kirin û dagir kirin, îro bi navê HTŞê êrîşî Heleb, Hema û deverên din dikin û dagir dikin. Gelek nivîskar, rewşenbir û siyasetmedar destnîşan dikin ku ev plana Socî û Astana ye.
Hêzên Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (OSO), weke meşa DAÎŞê ya ber bi Mûsilê ve ya di Hezîrana 2014an de ji Idlibê ber bi Helebê ve meşiyan û di nava sê rojan de bajar bi dest xistin. Hêzên rejîma Esad û hêzên Îran û Rûsyayê bêyî ku li ber xwe bidin, ji herêmê vekişiyan. Niha jî ketin Hemayê. Tê fêmkirin ku şerê heyî Şamê hedef digire û wê belav bibe li seranserê Sûriyeyê.
Weke tê zanîn; HTŞ, weke bi navguherandina El Nûsraya şaxeke El Kaîdeya Sûriyeyê û komkirina hin komên din pêk tê. Ji aliyê Brîtanya û Erebistana Siûdî ve bi awayekî çalak tê parastin. Tê diyarkirin ku bi DYE û Îsraîlê re jî têkiliya wê heye. Tê gotin ku bi awayekî têkiliya wê bi rêveberiya AKP-MHPê re jî heye. Artêşa Netewî ya Sûriyeyê jî ji komên aligirên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê pêk tê. Ji aliyê her kesî ve jî tê zanîn ku Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya AKP-MHPê ve hatiye organîzekirin û birêvebirin. Ev geşedan nîşan didin ku ev geşedanên dawî plana civînên Astanayê ye.