12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TEV-DEM: Tevli berxwedana HSDê bibin

TEV-DEM’ê bang li hemû gelan û rêxistinan kir ku li dijî êrişan bibin yek û piştevaniyê xurt bikin û bi ruhê şoreşa “Jin Jiyan Azadî”  tevli berxwedana hêzên HSDê bibin.

Rêveberiya TEV-DEMê der barê hilweşandina rejîma Baasê û êrişên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de êşên ku gelên Sûriyeyê ji destê rejîma Baasê kişandine û wiha got: “Berxwedana 12ê Adara 2004an a li bajarê Qamişloyê li dijî komkujiya rejîma Baasê hat nîşandan, dîwarê tirsê hilweşand, hêviya azadiyê li nava gelên Sûriyeyê belav kir û bingeha hilweşandina rejîmê ava kir, lewma Kurd ji her kesî zêdetir wateya azadiyê û ketina rejîma Baas dizanin. Bi qasî hilweşandina rejîma şoven, rengê sîstema ku dê li şûna wê bê avakirin jî girîng e. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji despêka krîza Sûriyeyê ve banga yekitî, wekhevî û avakirina civakeke demokratîk dike, bawer dike ku dê gelên Sûriyeyê re doza xwe çareser bikin û welatekî demokratîk ava bikin.”

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku heke înkar û hewldanên têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên domandin, wê berxwedana dîrokî bê meşandin û şoreşa 19ê Tîrmehê wekî mînak hat nîşandan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Êrişên Dewleta Tirk ên li ser Minbicê ku di roja hilweşandina rejîma Suriyeyê de zêde bûn, îspat kir ku wekî rejîma Baas çareseriyê naxwaze.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî û hêzên navneteweyî hat kirin ku li hemberî terora Dewleta Tirk rawestin û hesab jê bixwazin. Bang li gelê gelên herêmê, partî û rêxistinan jî hat kirin ku yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî şerê taybet, bi ruhê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” tevli berxwedana  HSDê bibin.