Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rapora Binpêkirina Mafan a meha Mijdara 2024an eşkere kir. MKGê di rapora xwe de destnîşan kir ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin gav bi gav kûr dibin.
MKGê da zanîn ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin roj bi roj zêde dibin û wiha cih da nirxandinê: “Rojnameger dema ku pîşeya xwe dikin, ne tenê bi binpêkirina azadiya ramanê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi cudakariya zayendî, şîdet û gefan re rû bi rû dimînin. Ev zext hem azadiya pîşeyî ya rojnamegeran û hem jî mafê gel a xwe gihandina agahiyên rast dixe xeterê. Binçavkirin, serdegirtina malan, gefxwarin, muameleya xerab û hewldanên sansurê yên li dijî rojnamegeran di Mijdara 2024an de gelekî zêde bûne. Bi taybetî du serdegirtina mala nûçegihana JINNEWSê Derya Ren a li Semsûrê, lêdana polîsan a nûçegihana JINNEWSê Pelşîn Çetînkaya ya li Êlihê dema nûçe dişopand û li Stenbolê Hîlal Koylû bi darê zorê dest ji karê xwe berda, ev mînakên şênber ên herî berbiçav in.”
MKGê da zanîn ku di vê pêvajoyê de seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di 26ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û ev agahî dan: “Di serdegirtina malan de ji bilî Roza Metîna rojnameger Tûgçe Yilmaz, Suzan Demîr, Havîn Derya, Berfîn Atli û Serap Guneş jî hatin binçavkirin. Ev operasyonên li dijî rojnamegeran ne tenê xebatên wan ên pîşeyî dike hedef, di heman demê de êrişek li dijî têkoşîna jinên rojnameger a ji bo hebûna jiyana civakî ye. Hedefkirina rojnamegeran êrişeke zayendî ye û armanc jî ew e ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin. Şîdeta fîzîkî û psîkolojîk, gef û zextên darazê yên ku li ser rojnamegeran tên kirin, bi cudakariya zayendî re jî her ku diçe kûrtir dibe. Ev hawirdora zextê ya li dijî çapemeniya azad armanc dike ku dengê rojnamegeran bibire û rê nede ku heqîqet di civakê de were ragihandin.”
MKGê herî dawî destnîşan kir ku wekî Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê careke din tekez dikin ku dê li kêleka rojnamegerên li dijî zextan li ber xwe didin bibin û rapor wiha parve kir:
Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin 3
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 8
Rojnamegerên hatin binçavkirin 9
Rojnamegerên mûameleya ne baş li wan hat kirin 4
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin 5
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 3
Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 7
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 7
Rojnamegerên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayan): 14 (Hejmara kesan): 38
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4ê Çileya 2023yan heta niha) 5
Astengkirina mecrayên înternet-medyaya dîjîtal
Sîteyên hatine girtin 1
Nûçeyên hatine astengkirin 6
Naveroka Medyaya Dîjîtal a hatiye astengkirin 3
Lîsteya rojnamegerên jin ên girtî
* Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
* Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
* Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
* Selamet Turan – Rojnameger
* Ozden Kinik – Xebatkara TRTê