12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civaka ku li ser hîmê xwe şîn dibe

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Welatên hegemon ên ku siyaseta wan a li herêmê xitimiye, weke ku pêşdidîtin nikarin pêş ve biçin. Lewma bi armanca bikaribin li herêmê ji bo xwe qadên nû vekin dixwazin kaosê derxin. Ev ji despêkê ve yek ji stratejiya herî bingehîn a hêzên hegemon e.

Bi êrişên li ser Helebê re li Sûriyeyê pêvajoyeke nû hate destpêkirin. Wisa diyar e ku ev pêvajoya bi perspektîfa NATOyê bi pêş dikeve dê hevsengiyên li herêmê serûbin bike. Di vir de hêzên li ser dînamîkên xwe yên bingehîn disekinin dikarin xwe li ser piyan bigirin û hebûna xwe bidomînin.

Bi hegemonyaya Amarîka û Yekîtiya Ewropayê şerên nû yên li Rojhilata Navîn tên meşandin. Gelo ev şer ê zêdetir bibin? Bi van şeran re hêzên hegemon li herêmê çi dikin armanc? Aşkera ye ku mirov nikare bersivên zelal  bide van pirsên bingehîn ku qedera herêmê diyar dikin. Lê tişta aşkera û diyar ew e ku mirov nikare geşedanên ku niha li herêmê diqewimin ji bûyerên di nava van sed salên dawî de qewimîne cûdatir binirxîne.

Beriya her tiştî em dikarin bibêjin ku şansê serketinê yê projeyên hêzên hegemon ên ku li ser îradeya gelên herêmê tên ferz dikin nîn e. Dewletên ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn li dijî îradeya gelan nexşeyên nû xêz kirin û li bin navê netewe-dewletan hebûna xwe li ser gelan ferz kirin, niha jî dixwazin bi vî şerî wesayeta stratejiyeke nû bi pêş bixin. Ji bo vê armanca xwe jî, bi taybetî li Rojhilata Navîn bi pergalên totalîter re di nava hevkariyeke mezin de xebat û hevkariyê bi pêş dixin. Lê divê bê zanîn ku heta mêjiyê netewe-dewletê ji holê neyê rakirin tu proje nikarin Rojhilata Navîn ji tengavî derxînin û pirsgirêkên heyî çareser bikin. Ji ber vê yekê hem Yekîtiya Ereban hem jî Rêxistina Konferansa Îslamî ji ber ku xwe dispêrin mêjiyê netewe-dewletê di çareseriya tu pirsgirêkan de nikarin bibin xwedî risteke bingehîn.

Bi şerê ku di 17ê kanûna 2010an de, bi çalakiya ciwanekî Tûnisî ku li dijî zordariya hikumetê xwe şewitand dest pê kiribû veguherî serhildanên gel û bi navê Bihara Ereban hevsengiyên herêmê hatin guhertin. Herçendî qeyranên aborî û civakî weke sedemên bingehîn ên vê serhildana gel tên dîtin jî, di bin de sedem û hêmanên siyasî û îdarî rê li ber vê serhildana mafdar vekirin.

Hêzên hegemon ev serhildanên gel ên mafdar ji bo berjewendiyên xwe weke fersendek dîtin û bi destê komên çete mudaxeleyî herêmê kirin. Di vê çarçoveyê de bi taybet ji sala 2011an vir ve Rojhilata Navîn kirin gola xwînê. Şer û pevçûnên bi peymanên navneteweyî di sala 2020an de kêm bûbûn, di 27ê mijdarê de bi êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ya li dijî Helebê ji nû ve dest pê kir.

Bi van êrişên nû re hevsengiya li herêmê serûbin bû. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike ev êriş bi kar anîn. Komên çete yên ku ji welatên Qefqasya berhev kirine li bin navê cûda li herêmê xist tevgerê. Ev çeteyên ku nesîbê xwe ji exlaq û mirovahiyê negirtine, li gor çanda hovîtiyê ya ji Pan-Tirkîzmê digirin tevdigerin û li herêmê komkujiyan pêk tînin. Li dijî van komkujî, revandin, kuştin, talan û hilweşîna mezin dewletên qaşo bahsa mafên mirovan dikin bêdeng dimînin. Pir aşkere ye ku bêdengiya wan a li dijî van sûcên şer şirîkatiya wan a bi vê hovîtiyê re aşkera dike.

Bi êrişên li ser Efrîn û dagirkirina wê re bi deh-hezaran kes bûn koçber û di bin şertên pir zahmet de li herêmên Til Rifat û Şehbayê di kampan de hewildidan jiyana xwe bidomînin. Bi êrişa li ser Helebê re dewleta Tirk a dagirker di gava ewil de berê xwe da vî gelî. Armanc ji dagirkeriyê wêdetir komkujî bû. Bê gûman ev ne projeya Dewleta Tirk bi tenê bû, hêzên navnetweyî jî li pişt perdê ev plan erêkiribûn. Lewma li hemberî pêşveçûna çeteyên hov ên Dewleta Tirk a dagirker xwe ker, lal û kor kirin. Ji nedîtinê ve hatin…

Li hemberî vê durûtiyê di serî de Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê ji bo xelkê herêmê derbasî cihekî bi ewle bikin xebitîn. Ji bo parastina gel banga seferberiyê hate kirin. Divê ev banga girîng ji gelek milan ve were nirxandin. Seferberiya parastina ax, civak, hebûn welatê xwe ye. Ji bo pêşwazîkirina koçberên derbarsî herêmên Rêveberiya Xweser dibin banga alîkariyê li her kesî hate kirin. Kurd û dostên wan ên li derveyî welat jî divê weke xelkê herêmê bi rihê seferberiyê rabin û têkevin tevgerê. Bi yekgirtin û piştevaniyê pêkhateyên herêmê dikarin van planên qirkirinê ên li ser wan tên ferzkirin vala derxin.

Dewletên hegemon bi armanca siyaseta Rêveberiya xweser ya li ser xeta sêyemîn pêşdikeve lewaz bikin û bikaribin wê bikşînin xeta xwe şer li ser ferzdikin. Li himberî vê siyaseta şerxwazî, talan û qirkirinên pêkhateyên herême tevî derfetên kêm jî xwedî li hebûn û îradeya xwe derdikeve. Li hemberî van êrişên ku hebûna Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelê herêmê dike hedef gel bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin dike û li seranserî herêmê xeta xweparastinê daye avakirin.

Welatên hegemon ên ku siyaseta wan a li herêmê xitimiye, weke ku pêşdidîtin nikarin pêş ve biçin. Lewma bi armanca bikaribin li herêmê ji bo xwe qadên nû vekin dixwazin kaosê derxin. Ev ji despêkê ve yek ji stratejiya herî bingehîn a hêzên hegemon e. Bi siyaseta perçe bike û bi rêve bibe hebûna gelan tê înkar kirin û deverên wan pêşkeşî komên çete têne kirin. Bi taybet Dewleta Tirk a dagirker jî di çarçoveya vê siyaseta pûç de ji bo êrişî herêmên Rêveberiya Xweser bike her roj bi rê û rêbazên cûda xwe li ser van hêzan ferz dike. Ji bo vê jî hem bandora xwe ya li ser komên çete û koçberên bi darê zorê ji warê xwe hatine durxistin weke şantejekê bi kar tîne.

Bêgûman weke ku me li jor jî got; mirov dikare şerê ku li herêmê diqewime di çarçoveya jinûvesazkirina herêmê binirxîne. Lê rewşa reel a ku li herêmê derdikeve pêş ew e ku siyaset û planên ku ji aliyên gelên herêmê ve neyên qebûlkirin ne mumkun e ku bigihin serketinê. Dibe ku ji bo demeke kurt hinek tiştan bide bidestxistin lê ev siyaset ji bo demeke dirêj mehkûmî windahiyên mezin e. Ji 2010an û vir ve siyaseta ku li ser gelên herêmê tê ferzkirin ji ber ku bi berjewendî, çand û hebûna gelên herêmê re nabe yek bi ser nakeve.

Li dijî van êriş û siyaseta tunehesibandinê, gelên herêmê di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de xwedî li hebûna xwe derdikevin. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo qeyrana ku hêzên hegemon behsa wê dikin ji holê bê rakirin riya herî guncav û ku dikare bi karektera civaka herêmê re jî bibe yek pergala neteweya demokratîk e. Ji ber ku di van 100 salên derbasbûyî de me dît ku tevî ewqas êş û şeran jî tu pergal ji pêdivîyên civaka Rojhilata Navîn re nebûn bersiv. Lewma li gel şer û pevçûnan yek ji pirsgirêka herî bingehîn a herêmê jî pergala ku li ser tê ferzkirin e.