Di vê pêvajoya şerê dinyayê yê sêyemîn de armanca dagirkerên Kurdistanê dîsa bêstatuhiştina kurd û Kurdistanê ye. Lewra li gelek deveran tên gel hev û li dijî desketiyên kurdan proje û polîtîkayên nû saz dikin. Bêguman pêşengiya vê yekê jî Dewleta Tirk dike. Di avakirina pergala nû ya dinyayê de tu rist û mîsyona Dewleta Tirk nemabû, hêzên navneteweyî Dewleta Tirk derveyî avakirina pergala nû hiştibûn. Bi taybetî li gel şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de Dewleta Tirk bi temamî derveyî vê projeya nû mabû. Rist û mîsyona Îsraîlê li Rojhilata Navîn zêdetir bû û herwiha bala hemû dewletan çû ser vî şerê di nabera Îsraîl û Hamasê de. Dewleta Tirk jî ji vê yekê sûd wergirt û çeteyên bermayiyên DAIŞê komî ser hev kirin, çek û cebilxane dan van çeteyan û berê wan da Helebê.
Herçendî wekî navenda şer Heleb û bajarên di destê pergala Esad de be jî, Dewleta Tirk di heman demê de berê çeteyan daye destketiyên kurdan. Çeteyên ku bermayiyên DAIŞê ne li gelek deveran êrîş birin ser herêmên rojavayê Kurdistanê. Dîsa ji van deveran dîmenên serjêkirin, qetilkirin û êşkencekirina sivîlan ên çeteyên Dewleta Tirk belav dikin. Wekî ku DAIŞê bi dîmênên bi vî rengî tirs û xof xist nava civakê, bi heman awayî ev çete jî bi van dîmenan dixwazin tirs û xofê bixin nav civakê, da ku van deveran dagir bikin. Bêguman ev ne tenê şerê Dewleta Tirk e, anku ev şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê meşandin di bin kontrola hêzên navneteweyî de ye û li gor proje û planên van hêzên navnetewî ye. Lewra ev hêzên navneteweyî li dijî van dîmenan bêdeng, ker û kor in. Dewleta Tirk jî dixwaze ji van hêzan para xwe bigire û dixwaze bibe xwedî rist û mîsyon di sazkirina vê pergala nû de. Ji ber vê yekê piştgiriya xwe ya ji van çeteyan re bi awayekî aşkera û zelal didomîne. Çete jî her devera ku dikevinê ala tirkan bilind dikin.
Dewleta Tirk û çeteyên ku bermayiyên DAIŞê ne berê xwe dane Rojava. Ji bo ku hemû desketiyên kurdan ji holê rakin. Jixwe her tim Dewleta Tirk bi hincetên nû mal û milkê kurdan dide ber tank û topan. Bêguman li Rojhilata Navîn konsepteke nû ya hêzên navneteweyî tê meşandin. Ev konsept li ser qeyran, alozî û şeran tê avakirin. Li devera şer û alozî hebin, tirs, hejarî û penaberî jî heye. Heta çavbirçîtiya dewletên herêmê hebe hêzên navneteweyî jî dê ji bo bi pêşxistina konsepta xwe ya nû li Rojhilata Navîn şer, pevçûn û aloziyan bidomin. Ji ber ku dagirkerên Kurdistanê jî hemû polîtîkayên xwe li ser tunekirina nasnameya kurdan ava kirine, zû dikevin xefka hêzên navneteweyî.
Heta dagirkerên Kurdistanê van polîtîkayên xwe bernedin, hebûn û nasnameya kurdan nas nekin ev şer û aloziyê li van welatan xilas nabin. Li ser meseleyê li deverekî dema agir kêm dibe, benzînê diavêjin li agirê devera din. Piştî agirbesta li Lubnanê niha dîsa berê şer dan Sûriyeyê. Şer li Sûriye û rojavayê Kurdistanê gur kirin. Çeteyên li van deran şer dikin di bin kontrola Dewleta Tirk de ne û Dewleta Tirk jî li gor konsepta hêzên navneteweyî tevdigere û li gor konsepta van hêzan çeteyên xwe bi kar tîne. Dema ku ev hêz dibêjin êrîş bikin, ev çete êrîş dikin û hovîtiya xwe bi pêş dixin, lêbelê dema ku ev hêz dibêjin rawestin bêguman dîsa radiwestin. Bêguman
Niha Dewleta Tirk û pergala wê AKP û MHP ji bo ku bibe xwedî rol û mîsyon van çeteyan li gor berjewendiyên xwe û konsepta nû bi kar tîne. Danûstandin û hevdîtinên pir balkêş di vê meha borî de di navbera rejîma Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî de pêk hatin. Di encama van hevdîtin û danûstandinan de desthilatdariya AKP û MHPê çeteyên xwe yên cihadîst seferber kirin. Çeteyên ji hêla lojîstik û istixbarî ve piştgiriyê ji Dewleta Tirk digirin di demeke nêzîk de Heleb ji pergala Sûriyeyê standin û xistin bin kontrola xwe. Herwiha çeteyan ji gelek deveran ve êrîşê Rojava kirin.
Dîsa koçberî, xwîn û mirin bû para kurdan. Bi sedan sal in ku dewletên dagirker kurdan bi darê zorê koçber dikin û dikujin. Dîroka dagirkeran tijî qirkirin in. Dîroka xwe bi qirkirinên li ser kurdan xemilandine û her tim xwestine ku demografiyaya Kurdistanê biguherînin. Ji bo vê jî projeya Dewleta Tirk ew ku kurdan ji Rojavayê Kurdistanê derxîne û li şûna kurdan jî çeteyên xwe û malbatên wan bi cih bike. Lê çawa ku bi talankirina Dersîmê, Dersîm nebû bajarê tirkan û çawa ku bi Kemera Ereban Rojava nebû warê ereban, bi van projeyên wan ên nû jî welatê kurdan Kurdistan ji wan re nabe war. Kurt û kurmancî çawa ku heta niha bi ser neketine û dê ji niha şûn ve jî bi ser nekevin. Ji ber ku her bihosteke axa Kurdistanê bi xwîna kurdan hatiye avdan. Lewra heta niha ne dagirkeran kurd qedandin ne jî dê bermayiyên wan ji niha û pê ve bikaribin kurdan biqedînin.
Armanca sereke ya Dewleta Tirk tunekirina desketiyên kurdan e. Li ku derê desketiyên kurdan hebin dixwazin wan desketiyan bifetisînin. Lewra ewilî bi destên DAIŞê xwestin desketiyên kurdan tune bikin û kurdan ji Rojava û Başûr derînin. Lêbelê ev projeya wan rastî berxwedana jin û xortên kurd hat. Herwiha hiş û bîra cihadîstan jî li ser koletiya jinan hatiye avakirin. Lewra li ku derê desketiyên jinan hebin ewilî êrişê wê derê dikin. Çawa ku bi qeyûman li bakurê Kurdistanê dixwazin desketiyên jinan tune bikin, li rojavayê Kurdistanê jî bi destên cihadîstên xwe dixwazin desketiyên jinan tune bikin. Lê çawa ku DAIŞê nekarî vê yekê pêk bîne bermayiyên DAIŞê jî dê nikaribin pêk bînin.
Helbet ji bo parastina destketiyên kurdan ruh, berxwedan û yekitiya kurdan a li dijî DAIŞê pêwîst e. Heke ku kurd li dijî bermayiyên DAIŞê li her derê rabin ser xwe û çi ji kê tê texsîr nekin, dê encam dîsa berxwedaneke birûmet û heybet be. Ji bo berxwedaneke birûmet jî parastina Rojava li ser me hemû kurdan ferz e.
Parastina Rojava valaderxistina plan û projeyên dewletên dagirker û hêzên navneteweyî ne. Parastina Rojava pêşîlêgirtina qirkirin, tacîz, destdirêjî û revandina mirovan e. Anku parastina Rojava parastina hemû nirxên mirovahiyê ye. Di heman demê de parastina Rojava parastina ‘jin jiyan azadî’, jiyaneke wekhev, adil, ekolojîk û demokratîk e.
Herwiha parastina Rojava parastina yekitiya kurdan e. Ji ber ku cara yekem kurdan li ser Rojava li hev kir û herwiha bi hev re Rojava azad kirin.
Herî dawî parastina Rojava parastina cangoriyên li her çar milên Kurdistan û dinyayê ye ku Rojava bi xwîna xwe av dan û ji me re hiştin. Divê em jî xwedî li mîrateya wan cangoriyan derkevin, ji ber ku parastina Rojava xwedîderketina van cangoriyan e.
Ev dem dema
PARASTINA ROJAVA ye…